Zargotinên me êzîdiyan dibêjin, wexta
bedena meriv di nava axê de hate veşartin û şûnde jî ruhê meriv
namire. Wexta ruh ji bedenê derdikeve û nikarîbe derbasî axretê
bive, ew cardinê vedigere ser ruyê vê dinyayê û di nava
qalib(şiklek)ekî dinê de dijî. Ji bo ruhê miriyên meriv li ser ruyê vê
dinyayê zû paqij bive û biçe li axretê heta ebedî sax bimîne, divê
meriv hergav li gorî mecalên xwe zad (hemû şiklên xwarin û
vexwarinan) û qurbanan (weke se jêkirina ga, çêlek, golik,
gamêş, beran, mî, berx, bizin, nêrî, karik, mirîşk, şamîk-elok, qaz,
ordek û whd.) ji bo xêra(şîv û taştiya) miriyên xwe bide.
Li gorî ku ez ji baweriya me fahm dikim,
qurban ne ji Xwedê tenê re têne pêşkêş kirin û ev nayê wê mahnê ku em
êzîdî bi vê perestiyê hebûna Xwedê(Ezdah-Yezdan) înkar dikin, yan jî
şirîkan ji Ezdah re çêdikin. Em êzîdî ji
kevn de dibêjin, başî û nebaşiya her hêza li ser û bin erdê de tev ji
ba Xwedê û milyaketan tê. Dîsa em hê ji berê ve bawer in ku her
xulyaqet(giyander)ekê milyaketek wî heye. Ev milyaket, xwedan, horî,
perî û cin timî bi sirên ku em evd wan nebînin dikevine nava gelek
qaliban(şiklan) de digerin û her li ser ruyê dinyayê weqfî(sax in) ne.
Gava ew bixawzin, ew dikarin derê gelek nebaşî û şeran bigrin, meriv
ji gelek nexweşî, pirsgirêk û teşqelên dinyayê biparêzin.
Ji ber vê baweriyê ye ku em êzîdî hêjî
weke berê ji bo xwarin û vexwarina wan xwedana zad û qurbanan didin û
gava em dikevine tengasiyê gaziya xwe digîhînine wan. Li gorî baweriya
me, gava em ji bo xêra sax û miriyên xwe zad û qurbanan didine Xwedê,
milyaket û xwedan (horî, perî-cin, xas, qelender û whd.)an, hingê
qedir û rûmeta sax yan jî miriyên me jî li ba wan bilintir û nûjen
dibe. Lewma hê jî em dibînin, gava merivekî êzîdî ji derdekî weke
bela, teşqele, qeza, nebaşî, neqencî, zilmê, nezanî, nexweşî û whd.ê
xelaz dibe, ew merivên li dorûdorê dibêjinê: “Pêşiyên te zad û
qurbaneke mezin dane, ketiye ber serê te û tu ji
vê tengasiyê xilaz buyî.”
Bi
dîtina min, ev kevneşopiya serbirîna qurbanê hîna di wextê beriya
buyera hazretî Birayîm Xelîl û kurê wî Simayîl de jî, di nava me
êzîdiyan de bi gelek şiklan hebuye.
XXX
Dİ
ZARGOTİNA ÊZÎDIYAN DE Lİ SER BUYERA QURBANA BİRAYÎM XELÎL Û KURÊ WÎ
SIMAYÎL WEHA TÊ GOTİN:
Ji xwe di dîroka hemû netewên kevnar de
hatiye kifşkirin, ku hukimdarî û desthilatdariya Nemrud li ser axa
Kurdistanê dest pê kiriye û derbas buye. Gelek nîşanên ku kevneşopiya
Nemrud didine xwanê, vêga hêjî li Kurdistanê di
nav herêma Urfayê, Melatiya û Adiyamanê li serê çiyayê Nemrud xweş
xwanê ne.
XXX
Nemrud şevekê di xewna xwe de buyereke
ku gelekî jê tirsiyaye dîbîne û gava ji xew şiyar dibe gazî rimildarên
xwe dike, dibêje wan:
”Min
vêga di xewna xwe de dît ku tîrêjên şewqeke pir mezin bi ser min ve
dihat. Min dikir û nedikir min nikarîbû ez xwe ji ber vê tîrêjê
biparêzim. Eger hûn niha nikaribin vê xewnê ji min re şîrove bikin, an
jî ez pê derxînim ku yek ji we tiştên di rimla xwe de dibîne ji min re
nebêje û ji min veşêre, ez ê serê vî bibirim”.
Rimaldarên Nemrud dibêjinê:
“Li gor
ku em di rimla xwe de dibînin, dê ewladekî nû ji diya xwe re çêbibe û
ê li dijî desthilatdariya we derkeve. Ew ê şaristanê û di nava miletê
te de gelekî bi hêz bibe, ê wusa mezin bibe ku hemû merivên li derdora
te dev ji te berdin û tev bidine pey wî.”
Di hinek zargotinên êzîdiyan de jî tê
gotin:” Ew ê ku ji Nemrud re gotine, ne rimildar
in. Ew keş(oldar)eyek buye.”
Qewl
dibêje:
”Silavêt êkî bêrî ye
Keşîşekî di xewna xwe de dîtîye
Ewladek li nava şaristanê dê dahir bîye”
Gava Nemrud van gotinan guhdarî dike, ew
hîna bêtir jî ditirse û hima di cî de dibêje rimildarên xwe:
Qewl
dibêje:
“-Ya keşîşo, tû dibêjî
we nabî
Ev diniya li min cema bî
Kesekî ji Nemrûdê kafir mezintir nabî”
“Wekî
wusa ye, de ka vêga li rimla xwe birênin, we kîjan jina bizarok di
rimla xwe de dît, qazidekî deynine ber wê. Bila qazid birênin, dema
zaroka ji jina bi hemle re çêdibe, ku kurik(lawik) be, hingê vî kurî û
diya wî bihevûdinê re bikujin û nehêlin tû ewladên nû di nav
desthilatdariya min de çêbibin.”
Rimildar, qazid û celadên Nemrud dikevine nava
milet, kîjan jina bihemle ye wê kifş dikin û qazidekî jî datînin berê.
Gava jina gavanokekî ku xwa pîreka Xelîl e, vê
buyera nebaş dibihîze, ew gelekî li ber xweha xwe (Tila) dikeve ya ku
bizarok e û li wê eyan dibe ku zaroka di zikê Tilayê de kurrik e.
Tebata jina gavanok hew tê û hema radibe diçe cem mala xweha xwe, jê
re dibêjê:
“-Tilayê
xwa min, tû dizanî ez jî eva serê çend salan zewicî me û tu zarokên
min çênabin. Min şeva çuyî di xewna xwe de didît, eger tu destûrê bidî
min û ez rojekê li dewsa te, li ser ciyê te rûnêm,
ez ê jî bikaribim ber bigirim. Lewma, ez hêvî û sed racayê ji te
dikim, were tu yê îro herrî li ser ciyên min rûnê û e zê jî bême dewsa
te.” Pîreka Xelîl bi vê hêviya xweha xwe qayîl dibe û ew ciyên xwe bi
hevûdinê diguhêzin.
Rimildar
hêja di beriya vê cîh guhastina xuşkan de gotibûye qazidên ku li ber
jinan dimînin:
“ez di
rimla xwe de rewşa jina Xelîl baş zelal nabînim. Li gorî dîtina min,
eger pîreka Xelîl bi zarok be, pêwîst e zikê wê gelekî gir(mezin)
bûbe. Vêca dema hûn çûn nav mala Xelîl, pêşîn li girbuna zikê jinikê
birênin. Eger we dît ku zikê Tilayê ne weke min gotî wusa mezin be,
dêmek jinik ne bi hemle ye û kes îi ê nebe notirvanê wê.”
Çaxê qazid tên nav mala Xelîl li
weziyeta jinika rûniştî dirênin. Dibînin ku zikê jinikê qet ne wusa
gir e û nava jinikê hingî zirav e ew dike bimire. Celad jî fahm dikin
ku pîrek ne bi zarok e.
Di pey re celad diçin dibêjine
rimildarî:
”Jinên ku me qazid danîbûn ber wan, tev
zarok ji wan re çêbûne. Jina ku zaroka wê law(ewlad)bû me ew û zaroka
wê herdû jî kuştin û jinên ku em wan bikujin ne man”:
Încar rimildar cardinê rimila xwe
davêjin û dibînin, haylo ew zaroka ku digotin, ê çêbibe, vaye hatiye
ser ruyê dinyayê û dijî. Lê, dikin û nakin nikarin bibêjin ka ev
papûçk(bebek) li kurê dijî.
Tila dêya papûçkê(Birayîm), ji bo ku
rimildar bi ciyê zaroka wê dernexînin, diçe di nava şîkefteyekê de
sêla xwe ya nan tije xwîn dike, bêjingê datîne ser derê sêlê û papûçka
xwe jî datîne ser ruyê vê bêjingê. Ji ber vê yekê rimildara kiriye û
nekiriye nikarîbûne ciyê ku zarok lê dijî baş derxînin.
XXX
Pîreka Xelîl kurê xwe Birayîm bi dizî û
veşartî mezin kiriye, heta rojekê Birayîm xwe ji dayîka xwe vedidize û
diçe nav zarokên heval ên xwe dileyîze. Gava Birayîm diçe nav hevalan,
ew bi zarokan şad dibe û destên xwe di ser serên hevalên xwe re dibe, hingê devên hevalên wî xwar dibin û milên wan dişkên.
Piştî ku ev buyer çend caran dûbare dibin û şûn de, êdî dê û bavên
hevalên Birayîm diçin cem xulamên Nemrud û ew gilî li Birayîm vedikin.
Nemrud ji dê û bavê Birayîm re dibêje, şîretan li ewladê xwe bikin.
Lê Birayîm bi gotina dê û bavê xwe jî
nake, ji wan dipirse û dibêje:
Qewl
dibêje:
“Sibeyek ji yên xewlî
ye
Birayîm Xelil ji day û babê xwe pirsî ye
Dayê ê Xwedê di hebînin kî ye?
Sibeyek ji yên bi fûd e
Ne tehiyat hebû ne sicûd e
Yala û day babê te di hebînin bi xwe Nemrûd e
Ya dayê tu ne bêje Birayîm yî tefal e
Xwedê min ne kujit ser îmana we înşalla û teál e
Îmana we pêgirtî ye betal e
Ne xêr tê hebû ne sewab e
Li axretê hemû li ser rûha we ye bi hisab e”
Dê û bavê Birayîm diçin dibêjin Nemrudî:
“Ev kur
ji me re jî dibêje, îmana ku we pê girtîye betal e. “
Nemrud dibêje qazidên xwe :
“Herin
wî ewladî bê oxir bînine cem min “
Gava qazid Birayîm tînine cem Nemrud,
Nemrud ji Birayîm re dibêje:
“Birayîm
tû ciwan î û tû nizanî ku hukmê min ji erd heta ezman mezin e.”
Birayîm jî dibêje Nemrudî :
Qewl
dibêje:
“Ya Mîro heger tu rast siltênî
Baranekê ji sayê bo min bînî
Û rojê ji nîvro vegerînî
Û miryekî ji qebristanê hilînî
Ji ewê paşez dê ême ser wî dînî
Nemrûd dibêje:
Birayîmo ez diqarim û nakim
Baranekê ji sayê dakim
Û miryekî ji qebristanî ra kim
Û erd û ezmana firakim
Belê kesî nekirye û ez jî nakim
Bi wî kim êkî bi mûd e
Berî wî Xaliqî bikim sicûd e
Ê distînê rûha Azir û Nemrûd e”
Azirê bavê Birayîm cardin dibêje
Nemrudî:
Qewl
dibêje:
“Ya Nemrûd ez hatîme li gel te evî weledî bikujî
Pavêjiye nava agirî bikî rejî
Hêşta dilê min pê nasojî”
Nemrud jî dibêje dê û bavên Birayîm:
“Wekî
wusa ye, ez ê vî kurê ku gelek caran zarokên xelqê şil û şaht kirine
bi cezeyê şewtandinê, li ber çavên dê û bavên ku zarokên wan seqet
bûne bavêjime nava agir û bikujim.”
Di ser vê bîryara Nemrud dayî re, xulamên
Nemrud êdî dixwazin biçine çiyê dar û çiloyê agir li ser pişta
heywanan bînin. Lê, werîs û heywanan xwe nadine ber vê çûnê û ewan
gotiye:
”em
nikarin vî barê guhne rakin”.
Gava heywan û werîs jî xwe nadine ber
anîna barê dar û çilo, êdî rimildar mecbûr dibin çahreyeke dinê
bivînin. Rimildar cardinê rimla xwe davêjin û dibêjin, erê vaye me
çahre yeke dinê dît û ew jî weha ye:
“Ji bo em karibin dewsa heywanên ku xwe
nadine ber anîna barê dar û çilo dagirin, divê em kerê berdine ser
mihînê. Wexta mihîn bi welide, hingê hêstirê jê re çêbive û hêstirê
xwe bide ber bar.
Her weha ji bo dewsa werîs jî, divê
em tovê kindîrrê biçînin û
dûre berê wî weke werîs dirêj bihûnin.”
Wextê ku hêstir mezin dibe û kindir weke
werîs tê amedekirin û şûnde, êdî ew diçin barên dar û çilo
tînin li bêndereke navenda Ruha yê de komdikin.
Êvarekê Birayîm Xelîl tînin, wî li nava
koma dar û çilo de diçikînin û agir berdidine koma darikan. Hinga
Saara keçapa Birayîm Xelîl kurapê xwe di nava pêlên agirê mencenîqê de
dibîne, ew jî xwe davêje nava vî agirê mencenîqê.
Qewl
dibêje:
“Hezar bar da cema kirin
Pênsed sendoqên neftê lêkirin
Ji ew paşmencelîq bo Sara û Birayîm ker kirin
Wey li xafilên bê dîn in
Wê di înin û di gêrîn in
Mencelîqê bo Sara û Birayîm dişidîn in
Mencelîq kirbû kar e
Biryîm Xelîl ji destê rûha xwe mayî bê zar e
Wey li kafirêt énkar e
Birayîm Xelîl datînin li nav e
Birayîm Xelîl ji destê rûha xwe mabû yî tengav e”
Birayîm Xelîl di nava pêlên agir de
gaziya xwe digîne Xwedê û dibêje:
Qewl
dibêje:
“Ya rebî ez evdekî te me,
yî bê sûc, yî bê guneh, yî bê binas
tu min ji agirê Nemrûd ê kafir bikî xilas
Dê li qurbaniya te kim çiqas, tiştê li ber dilê min yî xas ”
Xwedê vê duha Birayîm Xelîl kirî qebûl
dike.
“Cibrayîlo qazidê melekê me´bûd e
Yî bê tehiyat e yî bi sicûd e
Gotê: Cibrayî agir li Nemrûd e
Cibrayîlo qazidê melekê érşe
Dora Birayîm Xelîl kire mêrig û çîmen,
sosin û beybûnêt geşe
Kafira wa dîtibû bi çav e
Agir buhijî bûye av e
Cibrayîl û Sara û Birayîm Xelîl li nav e”
Baraneke wusa mezin dibarîne, dike ku
cihê koma dar, çilo û pêlên agir lê bilind dibû tev bive gola avê.
Birayîm Xelîl û keçapa xwe Saara ji nav gola avê dertên û di tariya
şevê de ji wirê dûrdibin.
Ji xwe
ji hinga ev buyera pîroz qewimiye û heta vêga hê jî gelek milet û bi
taybetî jî gelê kurd vî cihê buyerê ji xwe re pîroz dibînin. Çiqas
belangazî û pirçîbûn jî di nava xelqên li vê
herêmê de hebe, hê jî tu kes nikare destê xwe bavêje wan mahsiyên di
nava gola Birayîm Xelîl de û goştê wan mahsiyan naxwin.
XXX
Dema Birayîm Xelîl û keçapa xwe Saara ji
herêma desthilatdariya Nemrud dûr dibin, tên li çoleke xalî
radiwestin. Ew li virê sitar(mal)ekê ji xwe re ava dikin û dûre hêja
bi hevûdinê re dizewicin. Birayîm Xelîl li virê hero diçe nêçîrê,
qismetê xwe û keçapa xwe tîne. Ji bo sebra Saara jî di nav malê de
çêtir bê, ew cêrîyekê(bermalî) jî tîne nav mala
xwe.
Hinga heft salên zewaca wan temam dibe û
zarokên wan çênabin. Der û cînar ji Birayîm Xelîl re dibêjin:
” Wekî
zarok ji Saara çênabin, tû jineke din ji xwe re bîne.”
Birayîm Xelîl dibêje :
” Saara
keçapa min seba hezkirina min xwe avîtiye nav pêlên agirê mencenîqê û
ez jî nikarim bêdiliya wê bikim.”
Dema Saara bi van daxwaziyên der û cîna
ra dihise û wan gotinên Birayîm Xelîl gotî dibihîze, ew radibe bi
şexsê xwe ji Birayîm Xelîl re dibêje:
”Ez di bextê te de me tû yê jineke din
ji xwe re bînî.”
Birayîm Xelîl dîsa razî nabe û dibêje :
”Ez
nikarim jineke dinê bînime ser te”
Saara dixeyîde û bela xwe ji Birayîm
Xelîl venake, timî jê re dibêje heta ku ew Birayîm Xelîl razî dike.
Birayîm Xelîl mecbûr dibe li ser daxwaziya keçapa xwe Saara bi bermaliya xwe Hacer re dizewice.
Wextê Birayîm bi Hacer re dizewice û
şunde, êdî bi heyiya Xwedê herdû pîrekên Birayîm bi hevre hemle dibin.
Di vî wextê ku hîna zarok di zikên diya xwe de ne, sewa
Hacer dikeve ser Birayîm û Birayîm ne bi hemda xwe zêde hirmetê dide
Hacer. Saara bala xwe dide nezaketa di nava Hacer û Birayîm de her
çiqas diçe zêdetir wê acis dike. Saara ji vê rûmeta wan gelekî
dihefside û hew bixwe kare, radibe rojekê ji Birayîm re dibêje:
“Çima
hinga Hacer ji derve tê tu ji berve radibî û hinga ez têm tû ji ber
min ve ranabî ser xwe?”
Birayîm dibêje Saara:
”Bi
izzedê Xwedê, ez ne bi hemda xwe ji ber Hacer ve radibim. Ez jî carnan
ji xwe re dibêjim, eger vêcarê Hacer were, ez ê ji ber ve ranebim. Lê,
hinga tê ez dîsa mecbûr dibim û radibime ser xwe. Wer xwanê dike ku
heyiyeke Xwedê bi vê hermetê re heye. Were ji bo ku tu ji min bawer
bikî, ez û tû yê rûnên xwe bi hevûdinêve girêbidin û hinga ku Hacer ji
der ve were em ê ji ber ve ranebin. “
Saara bi vî şertê Birayîm razî dibe.
Rojekê hinga Hacer ji malê derketiye, Birayîm û Saara li quncikê xanî
rûdinên, herdû xwe bihevûdinê ve baş girêdidin. Dema Hacer ji derve
tê, dikeve devê derî herdû wusa girêdayî û bi hev re ji erdê bilind
dibin û ji ber Hacer ve radibine ser piyan.
Dema Saara vê rewşa hanê bi
xwe dijî, ew dibêje Birayîm:
” Ez, hew qîma xwe bi vî
halî tînim. Divê, tû Hacerê ji nav mala min derxînî.”
Birayîm xwe gelekî davê je ber bextê
keçapa xwe Saara, lê Saara bi gotina wî nake. Hacer dibîne aremiya
Birayîm di nava malê de nemaye. Gavar rojekê Birayîm ji malê dertê,
Hacer radibe gelek xwarin û vexwarinê ji xwe re davêje ser pişta devê,
li devê siwar dibe û ji malê dirtê. Hinga ji malê dertê weha dibêje:
Qewl
dibêje:
“Beriya me ji beriya
rast e
Xwedê teála nesîbê me ji vê malê veguhast e
Xwedê doste li gel dilê rast e “
XXX
Çaxê Hacer wusa bizarok midetekê diçe û
dûr dibe, êdî li çolekê dikeve ber çêbûna zarokê. Hacer dibîne ku li
vê çola xur û xalî tu medeta wê tune, ew hima serê xwe bilind ke û bi
dengekî bilind gaziya xwe digîne Xwedê û dibêje:
“Ya rebî
tû li halê me bêyî rahmê.”
Xwedê wusa hezdike, hinga zaroka Hacer
(Nebî Simaîl) ji dawa diya xwe dikeve erdê, hingê di dewsa lingê wî de
av dizê.
Qewl
dibêje:
“Li ber qudreta pedşê min yî akber bû
Li wê çolê li wê Kerbela yê nebî Simayîl dahir bû
Kaniya sipî li ber pêya der bû
Ew kaniya nava deştê
hinciyê nuqtek vedxiwar, sed kerem di gehişt ê”
Hacer xwe û Nebî Simayîl bi vê ava
zimzimê paqij dike û ew li ser vê ava Kaniya Sipî dimînin.
XXX
Di vî wextê ku Hacer û Nebî Simayîl li
ser mêrga Kaniya Sipî ne, sê bazirganê rêwîngî tevlî kerwanê xwe ve di
vê çola xur û xalî de gelekî betilîne û tî bûne. Her sê bazirgan bi
hevûdinê dişêwirin û dibêjinê hevûdinê:
”Ka her
yekê ji me bi aliyekî ve here, kî ji me ewilî avek di deverekê de dît,
bila were xeberê bide wanê dinê jî.”
Yek ji wan bazirgana tê rastî vê mêrga
ku Hacer û Nebî Simayîl lê dimîne dibe. Bazirgan bala xwe dide ser
mêrgê, dirêne vaye jinek û papûçka xwe tenê li ber kaniyê ne. Ew qet
bi jinikê re xeber nade, têra xwe avê vedixo û
vedigere diçe cem hevalên xwe ji wan re dibêje:
“Min li
filan deverê avek dît , li ser mêrgê tenê jinek û papûçka xwe dijîn “.
Bazirganê diduya radibe diçe ser kaniyê,
têr avê vedixo û li derdora xwe dirêne vaye jinek û xortek li ser mêrgê rûniştine. Bazirgan hinekî heyîrî dimîne, lê
taqet nake ku tiştekê ji wan bipirse. Ew jî vedigere tê cem hevalên
xwe û ji bazirganê hevalê xwe re dibêje:
“Erê,
min jî têr av vexar û dît ku jinek û xortek li ser mêrgê rûniştî bûn”.
Bazirganê sisêyan incar radibe diçe ser
kaniyê, ew jî têr avê vedixo û li derdora xwe dirêne vaye jinek û
zilamekî pîr(kal) li ser mêrgê rûniştine. Gava ew
jî vedigere tê cem hevalên xwe, ji wan re dibêje:
“Erê,
min jî dît ku jinek û mêrekî kal(pîr) li ser mêrgê rûniştî bûn”
Hinga gotin û dîtinên her sê bazirgana ne weke hevûdinê dertên, bi hevûdinê dikevin û dibêjin:
”Wekî
her yekê ji me tiştekî dinê dibêje, werin em vê carê her sê bihevûdinê
re herine ser wê mêrgê û birênin ka kî ji me rast dibêje?.”
Gava hersê bazirgan bi hevûdinê re tên
ser mêrgê, dirênin vaye dîsa jinek û papûçka xwe tenê li ser mêrgê ne.
Êdî her sê bazirgan bawerdikin(disediqînin) ku keremetên
mezin li cem vê dê û papûçka wê hene.
Dûre Nebî Simayîl û diya xwe
dibêjine bazirganan:
Qewl
dibêje:
“Gelî bazirgana heger hûn xatira min dibîn in
Bişînin hindî û maletê xwe bîn in
Li derê kaniyê deyn in
Bazirganî xatira nebî Simayîl we dizanî
şandina hindî maletê xwe anî
Li derê kaniyê danî
Bi rojê sê cara di çûne mala nebî Simayîl bi mêfanî”
Gava bazirgan hatine mal û
miletê xwe anîne ser mêrgê û wan încar li virê xanî ji bo xwe ava
kirine. Nebî Simayîl li virê mezin dibe û dizewice.
XXX
Birayîm Xelîl ji hinga Hacer
ji malê çuye û pêde gelekî xema Hacerê dike. Piştî ku demeke dirêj di
navre derbas dibe, ew hêja taqet dike û dibêje Saara :
”Eger tû încar destûra min bidî, ezê li pey şopa(rêça)
Hacerê ve biçim. Belkî ez karibim wê bivînim û li weziyeta wê
birênim.”
Saar a jî dibêjê:
“Eger tû soz bidî min, ku te wê dît li cem wê û dimala wê de
runenî, here.”
Birayîm Xelîl ad(soz) dide
Saara û li pey rêça Hacer diçe heta ew rastî mala wê dibe. Dema
Birayîm Xelîl tê ye ber devê deriyê mala Hacer ê, sozê dayî Saara yê
tê bîra wî û ew ji ser pişta hespê peya nabe. Di vî qasî de jinikek ji
nav malê dertê û Birayîm Xelîl hima li ser pişta hespê ji jinikê
dipirse û dibêje ka malxoyê vê malê ne li male?
Jinik dibêje:
“Malxoyê min çûye nêvçîrê û ez nizanim ewê kengî were. “
Gava jinik nabêje siwar
(Birayîm Xelîl )o, de were heta malxoyê min bê keremke peyabe û
derbasî nav malê be. Birayîm Xelîl wusa siwar ji jinikê re dibêje:
“Hermet gava malxoyê te hate malê jê re bibêje, îro mêvanek
hat ji ser pişta hepê peya nebû û got bibêje malxoyê xwe:’ Mal xweş
mal e, lê deriyê li ber malê ne tû derî ye”.
Çaxê Nebî Simayîl ji nêçîrê
hate malê, dibêje pîreka xwe:
“Hermet, ez dibêjim qey îro bîhna bavê min ji nav mala me tê
?”
Jina Nebî Simayîl jê re
dibêje:
“Îro siwarek hate ber deriyê me, lê hima wusa li ser pişta
hespê gote min, ji malxoyê xwe re bibêje: ” Mal xweş mal e, lê deriyê
li ber malê ne tû derî ye”.
Nebî Simayîl dibêje jina xwe:
”Hermet wekî wusa ye, êdî tû hew karî ji min re jinantiyê
bikî, gerek tû vêga herî mala bavê xwe û min te berda.”
Ev dengê gotinên Nebî Simayîl
û jina wî diçe diya wî. Diya Nebî Simayîl xwe acis dike.
Nebî Simayîl ji diya xwe re
dibêje:
Qewl
dibêje:
“Dayê min qewî ji te şerme û fête
Her îro naqî babê min wê tête
Lawo ev bû babê te bi serê me anî
Em derkeftin ji wî şaristanî
Kî dizane babê te yî saxe an yî bi erkanî
Ev bû
babê te li ber me kirî
Em ji wî bajêrî derkirîn
Kî dizane babê te yî saxe an yî mirî”
Nebî Simayîl telaqê jina xwe
dide destê wê û diçe jineke dinê ji xwe re tîne. Di pey re dîsa diçe
nêçîra xwe. Di wê navê re Birayîm Xelîl cardin di şiklekî dinê de tê
ber deriyê Nebî Simayîl û dîsa ji ser pişta hespê peyanabe û li
zengilê malê dixe. Vê carê jina Nebî Simayîl ya diduyan derî vedike û
ew jî nabêje Birayîm Xelîl ka were peya be.
Birayîm Xelîl wusa siwar
dibêje jinikê:
“Hermet gava malxoyê te hate malê jê re bibêje, îro mêvanek
hat li ser pişta hespê peya nebû û got bibêje malxoyê xwe:” Mal xweş
ma le, lê deriyê li ber malê ne tû derî ye”.
Çaxê Nebî Simayîl ji nêvçîrê
tê malê, dibêje pîreka xwe:
“Hermet, ez dibêjim qey îro dîsa bîhna bavê min ji nav mala
me tê ?”
Jina Nebî Simayîl ya diduyan
jî dibêje:
“Îro siwarek hate ber deriyê me, lê hima wusa li ser pişta
hespê gote min, ji malxoyê xwe re bibêje: ” Mal xweş mal e, lê deriyê
li ber malê ne tû derî ye”.
Nebî Simayîl radibe jina xwe ya diduyan re jî
dibêje:
”Hermet wekî wusa ye, êdî tû jî hew karî ji min re jinantiyê
bikî, gerek tû jî vêga herî mala bavê xwe û min te berda.”
Nebî Simayîl jina xwe ya
diduyan jî berdide û diçe jineke dinê ji xwe re tîne. Di pey re ew
dîsa diçe nêçîra xwe. Piştî demek diçe Birayîm Xelîl vê carê di şiklê
baba derwêşekî de tê ber deriyê Nebî Simayîl û dîsa ji ser pişta hespê
peya nabe û li zengilê malê dixe. Vê carê çaxê jina Nebî Simayîl ya
sisêyan derî vedike, hêja gotina Birayîm Xelîl di qirika wî de û deyn
nekirî, jinik dibêje:
”Ya baba derwêş tû bixêr, selamet hatî û ka were peyabe
derbasî nav malê bive wexta zilamê min ji nêvçîrê bê..”
Birayîm Xelîl dîsa ji ser
pişta hespê peya nabe û dibêje jinikê:”keça min, ez nikarim rawestim,
lê hinga zilamê te hate malê bibêjê:
” Îro mêvanek hat li ber deriyê me ji ser pişta hespê peya
nebû û got bibêje malxoyê xwe:” Mal xweş male û deriyê li ber malê jî
pîroz be xweş deriye”.
Hêja jinikê û Baba Derwêş
gotina xwe xelaz nekirine, Nebî Simayîl jî tê ber malê û bavê xwe nas
dike. Nebî Simayîl (di dilê xwe de dibêje:
“Hey babo tu xasî
Tu bi xaliqê xwe kî û libasî
esil zara û kur bab nedîtî neket nase”
) ew xwe ji ser pişta hespê davêje û
dike here destê bavê xwe paçûke, lê ji nişka ve Emîn Cibrayîl dikeve
nava wan û dibêje Birayîm Xelîl :
”Ne te sozek dabû Xwedê û divê tû vêga sozê xwe bîhnî cîh.”
Qewl
dibêje:
“Birayîm Xelîl wê di gurmijî
Mîna hêtûneke gerim dilê wî disojî
Kê dîtîye bab ewladî bi destê xwe bikujî”
Birayîm Xelîl li ser wahda xwe
dimîne û hima di cî de hadîsa sozdahîna xwe ya ji
bo Xwedê ji Nebî Simayîl re dibêje. Nebî Simayîl
jî dibêje bavê xwe :
”Wekî wusa ye ez ê xwe niha li erdê dirêşkim û bila Emîn
Cibrayîl jî kêrê bide stuyê min bibire.”
Emîn Cibrayîl kêrê ji ber xwe
datîne davêje serê Nebî Simayîl, lê dike û nake kêr serê Nebî Simayîl
nabire. Radibe kêra xwe li kevir dixe, kevir dibe didû. Emîn Cibrayîl
hinga dike cardinê kêrê dîsa bavê je serê Nebî Simayîl, hew dibîne ji
nişkê ve beranek ji jorê ve tê xwarê û dikeve nava wî û Nebî Simayîl
disekine. Li Emîn Cebrayîl eyan dibe ku Xwedê ev berana şand û dixwaze
beran bikeve dewsa qurbana Birayîm Xelîl.
Emîn Cebrayîl beran serbir
dike û ji wêderê diçe.
Li goriya zargotinê,
hinga goştê beran dixwin û şûnde, radibin her çar hestiyê
serçok(kapê)ê beran dikine serê enîşka riknên avayê mekê û avayê temam
dikin.
Mek û Medînê ji hingê hetanî îro heye û
piştî vê buyerê şûnde, êdî hêja qurban di nava gelek baweriyên
mezopotamiya yê de buye semboleke netewî.
Li gorî pîvana me êzîdiyan, cejna
qurbanê hersal deh rojan pêşve tê û di gere. Her êzîdiyekî ku aboriya
wî dest bide yanjî çube ber mala Şêx Adî (Lalişê) hecê, divê ew di vê
roja cejna qurbanê de heywanekê serbir bike.
Çavkanî:
-
Şîrova buyerê, bira yê min Huseyîn
Tolan di 23.01.20005 de ji min re got û jî dibêje: min jî ev buyera
di sala 1958 de ji ber gotina seydayê xwe Feqîr Kallê girtiye.
-
Sebeqên Qewlê Birayîm Xelîl ji ber
malpera
http://www.lalish.com/ku_index.html hatiye girtin.
Bila
xwandevan li min bibuhurin, min ji ber baweriya xwe nikarîbû
bi tenê wan kêmasiyên di nivîsa qewl de hene
sererast bikim. |