Eskerê BOYÎK
Ezdîtî bawarya heqyê, re’mê û Xwedênasyê ye.
Çawa her ol û bawaryên dinyayê usan jî
ÊZDÎTÎ dînekî qedîm e, bingeha wê ji dewrana tê, gelek qonaxa,
li rîya hebûn-nebûnê ra derbaz bûye û gîhîştye roja îro. Ev dîna jî
xweyê u’lm, e’deb, qewl û qanûn, rê û rism, e’rf-e’det, e’yd-e’refat,
cîyên xweye pîroz, ocax û zîyaret, oldar, xas û babçek û xisûsyên xwe ye.
Her tiştê u’lmê wê bi zarkî gihîştine me. Dînekî kurdewarî ye, ji bo
niha ev bawarî tek di nav Kurda da li Kurdistanê maye û her tiştê wan bi
kurmancîye.
Eger bi heqî kevnarya vê olê bê naskirin û
u’lmê vê olê û olên ji pey ra hatî (yên bi kitêb û Pêxember) bi zanyarî
bidine rex hev, dijwer nîne bê texmînkirin ku gelek bîr û bawaryên
êzdîtyê ji bo u’lmên wan olan bûne stûnên avakirinê. U’lmê vî dînî
u’lmekî pir dewlemend, kûr û pir qet û sereceme. Ku ber lêya hezarsalaye
tunekirinê, li nav neheqya û nerastyan, şer-şiltaxên bê hîm, xûnê,
fermanên dagerkiran teyax kirye, maye û berdewane, ûsane, rastî jî bi
tomerya xwe da ew heykelekî mirovayê yê dîrokîyî qedîm û bi qîmet e.
Naveroka felsefa dînê Êzdîyan xwedênasyê,
heqyê, îman û axretê, efirandina dinê, mirinê, jîyanê, qencîyê, xiravyê,
rastyê, nerastyê, qewat û bûyarên xezayê, derheqa sirra Melek û
Milyaketada ne.
Li bal Êzdîyan hebandina here mezin û
bilind Xweda ye. Şaheda dînê Êzdîyan da ew fikir pir zelal dîhar
dibe. Ew hema wa jî dest pê dibe: Şaheda dînê min yek Xweda ye.
Xasên din: yek evîna Xwedê ye, yek ji nûra wîye, yek çiraye, yek
îmane…lê Xwedê yeke. Ji bo wê yekê jî Êzdî due’a-dirozgên xwe, qewlên
xwe payê pirê bi peyvên ya Rebî
(ya Xweda) dest pê dikin, carekê va banga xwe didine Xwedê: Yekê Jorîn,
Rebê A’lemê, ji bo çawa Êzdî dibêjin: Her ewî heq e, her ewî rast e…
Ulmê vê olê da tê gotin:
Xwedê hezar û yek nav e, bê heval û bê
şirîk e, erdek nîne hukumê Xweda lê nîbe, bêy hukumê Xwedê pel jî li ser
darê naheje.
Bi bawarya Êzdîyan dîn: ol û erkan rê ye
berbi Xwedê, berbi heqyê û rastyê. Di wê rê da êzdîtî tu neheqyê,
nerastyê, zinê, zordaryê, ji alyê evdekî da zêrandin, biçûkkirin,
bêrûmetkirina evdekî din, civak, milet û dînekî din qebûl nake. Her kes
evdê Xwedê ye û emelê wî ji alyê Xwdê va tê dîtin. Hebandina
Xwedê vê bawaryê da digîhîje asta here bilind.
Derew, bêbextî, şer gilîkirin, buxdan,
kifir, nifir, dizî, talankirin êzdîtyê da nayê qebûlkirin.
Êzdî dibêjin: „Derew dijminê Xwedê ye“, „Nifir
şûrê du deve…“, Kifrî kirin guneye“. Di êzdîtyê da guneye, ku keda
heram evdê êzdî tevî keda xweye helal bikin. Dema evdê Êzdî
xêrê dike, ese dibêje: „ Eva
keda mine helale…“
Xêr kirin, xêr dayîn, alîkarî feqîr û
belengaza kirin (bê cudetya din,
miletyê, reng û tisên din) ferzne vê olêye pîrozin.
Xêr gotî bi dil bê kirin. Eger xêr bê dil yan bi destê zorê, yanê jî ji
tirsê bê kirin xêra usan qebûl nabe. Mezinayî, biçûktî, yan pirqîmetbûn
û kêm qîmetbûna xêre hesav nîne. Ya here mihûm ewe, ku xêr bi dil bê
dayîn. Dibêjin nanekî ce yê xêra kesîb ya bi dil li cem Xwedê ji gakî
xêra zengîn ya bê dil baştir hatye qebûlbûn.
Her qewl, beyt, lavêj û nimûnên u’lmê vê
bawaryê ra Xwedênasya here heq û jorîn dibe bingeh û li ser wê bingehê
jî bîr-bawaryê vê olê tên avakirin. Xwedênasî di vê bawaryê da xwezayî
ye, suruştî ye, her tişt, fikir xwezayê va tên girêdan, matêrîyalîne.
Anegorî vî u’lmî ruh li ser pêşdaçûyîna mecalên xezayî yên matêryalî
pêşda hatye… Qewla da wa tê gotin:
Xwedevandê me rehmanî
Çar qism li rûyê dinê danî.
Yek ave, yek nûre, yek axe, yek jî agire…
(1)
Yan
Padşayê minî cebar e,
Ji durrê efrandibûn çar e,
Ax e, û Av e, û Baye, û
Agir e. (2)
Yan
Ku kinyat pê zeyînî Axê û Avê û Bayê û
Agirî
Qalibê Adem jê nijinî.
Çar qismet tek hincinî ,(3)
Anegorî u’lmê vê olê pêşdahatina jîyanê li
cihanê avê, axê, agir û bê va girêdaye. Zanestya îro jî usa dibêje.
Qewlê Şêx û Aqûb da tê gotin:
Şêx dibêje te Aqûbî
Wextê qalibê Adem pêxember çê kir
Ew kî bû
tasa qudretê lê kir?
Aqûb dibêje te ya Şêxê mino
Wextê qalibê Adem pêxember dibûye
Ferwara melkê adîya pê de
diçûye…(4)
Usane qalib pêşyê hatye çêkirin,
paşê ruh bi tasa qudretê berva hatye berdan. Vira tê bêjî
fikira Xwedê wek sîmvola xezayê, suruştê, tevê (royê) tê naskirin. Gelek
lêkolînvan be’sa peyva dirrê dikin, ev peyv û fikir li nav
gelek nimûnên ayîna dînî ra derbas dibe. Besa teqîna dirrê
tê kirin. Niha ulmê cihanê yê pêşdaçûyî jî dibêje cihan û jîyana ser ji
teqîneke er’s pêşda hatine.
Qewla Efrandina Kinyatê (dinê)
da wa tê gotin: ku erd û ezman tunebûn, dinya fire bê bîn bu,
însan û heywan jî tubebûn, di berê (deryayê) da tenê hebû
dirr. Paşê tê femkirin ku Padşê min (Xwedê) ji dirrê bû.
Ev fikira pêşbûna matêryayê ji ruh ya zanestî ku zanyarê cihanê tek
sedsalên 19-20 an da gihîştinê, lê ayîna dînê ezdayê da bi hezarsalan
berê hebûye.
Usane anegorî mêtolojya dînê
Êzdîyan Xwedê ji nûra xwe heft Milyaketa dixuliqine, ji pey ra jî Ax û,
Av û, Ba û, Agir laşê Adem diefrîne, bi destûra Xwedê Milyaket jî ruh
ber laşda berdidin…
Fikira yekîtya matêryayî
ya e’rş û dinyayê jî u’lmê êzdîtyê da heye. Qewlê Erd û Ezman
da ew fikir zelal tê gotin:
Erd dibêje: Ezmano, eslê min û te ji
derekî
Em nijarkirin ji cewaherekî
Şefeqê li me dikete derekî…(5)
Ev sebeqa carke din jî
dide îzbatkirin ku êzdîtî dînekî suruştîye, bingeha wê da ne hêz û
sirrên nee’yane, nedîhare fantastîk in lê qewat û bûyarên suruştîne…
Erd, ezman, roj, ax, agir,
steyrk, hîv, av, ba, nan li cem Êzdiyan pîrozin. Hela xweykirina pêz,
dêwêr, xetkirina axê, barîna baranê, helalkirna mast hêz û qewatên
xezayîye pîroz va tên girêdan. Pîrozya van sûbyêktên suruştê, ku heta
niha jî di êzdîtyê da mane pir kevnin.
E’ydên Êzdîyan jî xezayê, zayînê,
ronayê, jîyanê, şayê va girêdayîne. Di rojên e’ydan, bi rastî e’vdê
Êzdî xêr û xweşyên suruştê ra şa dibin, xêra dikin, xwe ji gunehan paqij
dikin, pesnê e’dlayê, tifaqê, xêrxwezyê, pismamtyê, hevkaryê didin.
Fikirên xirav ji dilê xwe derdixin, dilsyrye nav xwe didin hildan.
Eydeke here kevnar û qedîm Çarşema serê Nîsanê: Çarşema Sor e.
Qewlê Çarşma Sor da wa tê gotin:
Çarşema serê Nîsanê
Gul û çîçek hatin meydanê,
Tawisî Melek reyîsê îmanê.
……………………………
Nîsan deng lê kir e
Bihar pê dixemil e
Bi kesk, sor, sipî û zere…(6)
Di bawarya Êzdîya da wê rojê
Tawisî Melek peyayî li ser rûyê erdê bûye, xwe ra bihara rengîn, xêr û
xweşî anye, kulîlk vebûne, e’rd bi rengên kesk, sor, sipî û zer xemilye.
Bi hezaran sala evdên ezdayî vê e’yda xwe ku, e’yda Tawisî Melek e
bi coş û bawarîke xurt pîroz dikin. Xwe hesav dikin miletê Tawisî Melek…Di
vê bawarya kevnar da Tawisî Melek melekê îmanê, xêrê û xweşyêye. Xwe ra
biharê, gul û kulîlka tînê, bi renga dinyayê, jîyanê dixemile. E’ydên
Êzdîyan yên dinê jî xezayê, jîyanê va girêdayîne. E’ydek nîne ku şabûn,
ronahî, tifaq, paqijayî, xêr, helalî û heqî neyê pesinandin, bi kêfxweşî,
şabûn, stiran û dîlan derbas ne be.
Bingeha felsefa xezayêye
here hîmlî pirsa jîyan û mirinê ye. Felsefa dînê ezdayê da jî ew pirs
gelekî kûr, fire û her alya va hatye analîzkirin, cawa pirsgirêkan hatye
dayîn: tê zanîn ku cihanê da çawa pêwîstya bûyînê, xuliqandinê heye, usa
jî ya mirinê. Çi destpêka wê hebe gerekê de’wî jî hebe. Çi çe dibe gotî
bimire jî. Herd du serê meselekêne. Li vê bawaryê da çawa jîyane pîroz
usa jî mirin. Qewlên Seremergê, Miskîno jaro û hineke din
da gelekî kûr û dûr felsefa jîyanê û mirinê tê dayîn. Jîyana e’vd, beşer
heta hetê nîne, dinya milkê tu kesî nîne. Dinya tu kesî ra nemaye û wê
nemîne jî. Rojekê bê û beşerê e’se ji kasa mirinê temke. Mirin tenê seva
ruhbera, dar û hêşnaya tenê nîne, dewya her tişiî heye. Heqî eve, rastya
jîyanê eve.
Evdê Êzdî bi vê felsefê tê
perwerdekirin ku ji wê bûyara giran ra hazirbe. Xweyî, xwedan, xizm û
pismamên mirî jî we qewimandina giran ra qayîl dibin, ew wan ra jî dibe
dilbînî, ku e’vd rojekê bûye wê rojekê jî bimire. Kes nikare mirya paşda
bîne. Emrê Xwedêye, gerekê bi zanyarî nêzîkî wê bûyarê bibin…
Li gor êzdîtyê mirin dewya
jîyanê nîne, mirin berdewama jîyanê ye. U’lmê êzdîtyê da Kirasguherîn
heye. Laş ji axê çê bûye, dîsa diçe dibe ax, lê ruh namire ew
anegorî emelê e’vdê mirî qalibê ruhberekî din da jîyanê berdewan dike…
Êzdîtî li ser bawarmendên
xwe rastyê, şermê, tifaqê, ruhê biçûk, amintyê, xêrxwezyê ferz dike.
Dibêjin: Êzdî miletê şermê
ne.
Di bawarya Êzdiyan da li
cem Xwedê her kes, bê cudatya ol, rê û rizm Evdê Xwedêne.
Kes ji kesî zêdetir yan kêmtir nîne, kîna kesî li cem Xwedê nîne, Xwedê
li hemû derda dermane, Xwedê derîkî digre, hezarî vedike. Tu kes bê Xwedê
ji dayka xwe nabe û bê Xweda nîne. Qencî û neqencî nava kar û emelên
evda da tên xanê. Dibêjin: Qirar qirara Xwedê ye, kes nikare ji
qirara Xwedê bireve. Qencî jî, xiravî jî ji dergê Xwedê ten.
Her kes qencyê jî, xiravyê jî ji xwe ra
dike. Her kes roja mirinê li ber MÎRÊ xwe cawa kirinê xwe dide…Her
kes weke emelê xwe cezayê xwe dikşîne…Êzdîtyê da kuştin-qetilkirin,
talankirina tu kesî, tu netewî ji alyê netewek din da bi tu cûreyî nayê
heqkirin, ew guneyê mezin e û bi tu menyê nayê e’fûkirin. Li cem Êzdiyan
tu ol ji ya din heqtir yan neheqtir nîne. U’lmê vê olê da derheqa tu
bawaryê da xirav nayê gotin, himberî xwe tu olî biçûk yan mezin navîne.
Êzdî bi destê zorê tu kesî mecbûr nakin bên ser ola wan.
Vê bawaryê da pirsên tifaq,
yekîtî û tevayê çawa serê safîkirina hemû pirsgirêka tên dîtin. Tifaq ne
ku tenê nava Êzdîya da li usan jî tifaq di malê da, civakê da, li nava
hukumdar, milet û dewletê da, heta cihanê da hîmê xweşyê, başyê, heqyê û
Xwedênasyê ne:
Çûma dîwana wî padşayî,
Min lê dîtin xweşî û şayî,
Serê hemyan tifaq û tevayî…
Di êzdîtyê da di navbera e’vd û
Xwedê da e’vdek, rêberek yan ruhberekî din nayê qebûlkirin. Çiqas jî xas
û qelenderên Êzdiyan hene, lê dîsa anegorî edeba vê bawaryê, ew dewyê
da, roja qiyametê li ber Mîrê xwe cawa emelê xwe didin.
Bawarîya wa çiqasî jî di
vî dînî da qedîme, dîsa Êzdî qedir didine pêxemberan, xasan û qewil,
beyt, due’a-dirozgên xwe da bi hurmet û qedir navê wana bîr tînin: (
Adem, Nuh, Birahîm Xelîl, Zerdeşt, Mûsa, Îsa, Mehmed).Bi texmîna me ev
fikira jî tînê wê rastyê, ku êzdîtî ji wan yekem dînê kevnare, ku ji
berî pêşdahatina Pêxembera hebûye û bawarî ji yekîtya Xwedê, Ezda anye.
U’lm da wa tê gotin: „Ferwar
hatiye ji ba melekê celîl, hemû dema û hemû bedîl, berî Mûsa û Îsa û
Birahîm Xelîl“.
Bi texmîna min wezîfa pêxemberan
ku olên din da beşer dikin, ezdayê da wê rolê Tawisî Melek dilîze.
Eva jî nîşan dide ku ola ezdayê ji berî olên bi pêxember hebûye, dînekî
e’zmanî ye, ji qewata beşera bilindtire…Bi kiryamet û heqya ezmanî
Xwedê tek kare bê teref, bê cudayatya olî cihanê, jîyanê, temamya e’vdan,
beşeran, ruhberan binhêre, xêr û şera ji hev başqeke, ji alyê tu
kesî da li ser kesî zordaryê, neheqyê qebûl neke. Eger êzdîtî çawa
bawarî ji pey olên bi pêxember û bi kitêbên pîroz ra pêsda hatibya
usane ewê jî li ser navê pêxemberekî bûya û kitêba wêye pîroz jî wê
bihata nivîsar.
Sedsala 11 an, dema Şîxadî
da, qonaxeke nû di nava ezdîtyê da dest pê kir. Hatina Şîxadî li nav
Êzdîyan bûyareke mezin bû ne tenê di jîyana civakên vê bawaryê da, lê di
qewimandinên Rojhilatê yên wê demê da. Be’sa hatina Şîxadî zû bela dibe.
Ji her dera oldarên mezin, sofî, bawarmend, merivên bi nav û deng xwe wê
derê digrin, tên, ku kiryametên Şîxadî bi çevê xwe bivînin. Rast gotî
fikira hatina gelek ji wan, çawa edeba dînê Êzdya da jî dîhar dibe ne ya
qencyê bûye. Pirs pêjda tê çima guhdarya der-doran ewqas pir li ser wê
hatinê bûye?
Bi texmîna me sebebê hîmlî
ew bûye ku ola êzdîtyê li ser rya qulibandina evdên kurd û dagerkirina
Kurdistanê astengîke pir mezin bûye. Êzdîtî şikênandin pir dijwer bûye.
Zanibûn ku hatina zanyarekî wek Şîxadî, sofî û fîlîsofekî dema xweyî
mezin, bi kiryamet, herêmê da bi nav û deng wê ruhekî nû bide wê bawaryê
û dijweryên dijî wan wê bêtir xurt bibin.
Helbet civaka Êzdîyan jî
Şîxadî zû qebûl nekirin. Bi saya kiryamet, zanyarî û sirra xwe, ya
Tawisî Melek (çawa di nav u’lmê êzdîtyê da tê gotin) ewî nava civakê da
xwe da qebûlkirin, rûpelekî nû di nav vê bawaryê da vekir…
Êzdîtî, ku bikaribe ji ber
êrîşên der-doran xwe biparêze (we demê ew êrîş ji derva pir bi hêz,
dijwertir û xeter bûbûn) hewcê rêformên xweparastinê bû. Şîxadî di nav
vê civakê da hîmê sed-hedeke nû danî. Û anegorî wê sed û hedê jî bi
texmîna me hinek tişt hatine guhestin, felsefa sirrê û xweparastinê nava
Ezdayê da xurt bû, dewsa navên pîroz yên berê (xêncî Tawisî Melek) navên
din hatine nav vê bawaryê, bingeha xwedênasyê, bîr û bawaryan mane mîna
berê. Li Lalişa Nûranî medreseke dîndaryê ya xurt ava kir. Navê xweyî
mezin nava êzdîtyê da nivîsî, bû rêberê wêyî heta hetê. Bandora Şîxadî
li ser civaka Êzdî ewqas mezin bû, ku ji pey wî ra jî u’lmê bawarya
êzdîtyê çawa u’lmê Şîxadî hate navkirin. Heta qewl, beyt, kitêbên
Êzdîyan yên pîroz û rêform-guhertinan ku payê pirê dema Şêx Hesen, lawê
Şîxadyê duda da pêk hatin tev bi navê Sîxadî va tên girêdan.
Ezdîtya berî Şîxadî, bi
rastî jî hîmlî di bin perda navê wî da ma. Çi bi ci va hate guhertin di
nava terîyê da maye, berovajî her tiştê ji pey ra çêbûyî rind hatine
xweyîkirin û gihîştye me. Gelo eva yeka qestî, bi merem ne hatye kirin?
Nêtek di vê sirrê da tune? Yan dijweryên van sedsalên dewyê, yên xezev
tiştên kevn tev ji bîra xelqê şûştune, birine… Eva pirseke pir girînge,
ku niha pêşya lêkolînvan û zanyarên êzdîtyê sekinye.
Dînê êzdityê u’lmê ronayê
û şewqê ye. Êzdî rojê dihebînin. Sibê şebeqê serê xwe li ber xwedanê xwe
datînin. Dema mirya dikine çel bere wî berbi rojhilatê dikin. Sonda
evdên Êzdî Şems û Şêşimse. Ji berî rojyê ÊZÎ û Xudana rojyê Şêşims
digrin.
Êzdîtyê da nijarperestî
tune: Êzdî dema due’a dikin, dibêjin: “Xwedê tu pêşyê bidî 72
miletî paşê bidî me.” Hinek qewl, beyt, çîrok û tiştên u’lmê
êzdîtyê yên din dîyarî şexsyetên dîrokî, heta yên ne Êzdî jî hatine
kirin, kîjan bi kirên xwe alyê rastyê, re’mê û heqyê bûne û di demên
dîrokî, yên giran da bi çevê rastyê û re’mê êzdîyan nihêrîne, destê
alîkaryê dirêjî wan kirine. (Qewlê H’elec, Yêzîdê lawê Mua’wî, Sultanê
Şamê).
Rola ûlmê bawarya Êzdîyan
mezine di jîyankirina, pêşxistin û dewlemendkirina zimanê kurdî da. Dema
zimanên olên desthiletdar, zimanên gelek gelên wek kurdan di bin xwe da
dipelçiqandin, çel dikirin, bi şûrê tunekirinê dibirîn, Êzdîyan bi xûna
xwe ev u’lmê bi kurdî xweyî kirin, e’yd-e’refat, şîn û şayî, due’ayê
xwe tek bi zimanê xweyî şîrin dikirin. Pêşya bi kurdîke xweş, kurmancîke
delale dewlemend, bi zimanekî maqûl ev u’lma ji mera hîştine. Di werê
zimanzanî da bi dereca akadêmî lêkolînkirina vê e’debê wê ne ku tenê
ferhenga zimanê kurdî zengînke, lê ronayîkê bavêje li ser hinek
pirsên giramatîk û zimanzanya Kurdî.
Çawa me jorê jî got ev u’lmê
kurdewarî û Kurdistanî, gelekî kûr, pirserecem û pirqet e. Mebesa min
nine di vê gotara kurt da li ser her pirseke êzdîtyê bisekinim,
analîzkim, girêfûtka vekim, serxet û binxeta qewl, beyt û berhemên din
şirovekim, xwestina min ew e ku rastya vê bawaryê ji xwe û xwendevana ra
eşkerekim. Usa jî dûrî daxweza
min e vê gotarê da u’lm û Xwedênasya olan himberî hev bikim, ji bo pey
her olekê bi mîlyonan bawarmend sekinîne, bawarîya her kesî ra hurmeta
min heye û wek Êzdî dibêjin: „ Dînê her evdekî bira jê pîroz be.“
Tu bawarî dijî hev nînin.
Hukumdar ji bo kara xwe olekê çawa çek dijî evdên ola din didin kêranîn.
Navbera olan, milet û netewada neyartyê çê dikin.
Lêkolîna ulmê ayîna dînê
Êzdîtyê ez anîme wê fikirê ku ev ola xwedênas pir kevn e, ola evdên
sadeye. Her xwestinên wê olê seva hemyan xezayî, zelal û sadene. Li vê
olê da Xwedê, melek û milyaket, horî û yên me çêtir (qenc yan xirav)
beşer yan rohê wan nînin, e’vd, î’san, ruhber tev bal wan yekin. Teva bi
çevekî dinhêrin, bêyî cudetya bawaryê, miletyê, ziman, reng, zengînbûnê…Wê
bawaryê da tune ku evd tev gotî bêne li ser bawarya wî…E’vd tev jî e’vdê Xwedêne, ruhberin…Ya sereke
ewe ku xwedênasbin. Bawarya xwe bi Xwedê bînin. Raste, ji pey hatina
Şîxadî ra hinek guhertin ketine êzdîtyê, lê dîsa di bawarya e’vdên Êzdî
da ew xwedênasya heq û zelale ya suriştîye berê ma…Bi texmîna me qewata
êzdîtyê hema xezayî û zelalya xwe da ne. Ji bo wê jî bi hezaran salan
hukumdarên bawaryê din çi bêjî dikin, nikarin koka êzdîtyê ji dilê xelkê
bi qetînin, derxin…
Pirs pêjda tê eger êzdîtî
dînekî ewqasî qenc e, bawarya Xwedênasyê, heqî, rastî û re’mê ye, çima
bi dewrana ji alyê hukumdarên bawarî û bawarmendên olên din va (nav da
Kurdên musulman jî) ev civaka nav kirine bêxweda, kafir, dêwparast,
heram; nan, xwerin, destkuja
wan nexwerine, heta silav dayîna wan jî
heram kirine, pêra jî qetilkirin û talankirina malê wan ji xwe helal
kirine, jinên wan xwe ra birine, yan bazarên rojhilatê da çawa kole
firotine. Ev fikira salaye bi hukim, bûye sebebê qetlemên mezin,
fermanên birakujyê…
Min, wek nivîskarekî Kurd
bi lêkolînkirina u’lmê vî dînî xwest sura vê pirsgirêkê him ji bo xwe,
him jî xwendevanê xwe ra zelalkim.
Ez ne oldarim, ne
olperestim,
ne jî nijarperestim. Ez nivîskarekî Kurdim ku di dewrana Komûnîstyê
welatê Sovyêtê da mezin bûme. Ji min ra bawarî û sonda here mezin AZADÎ
ya evd e, ji hev femkirin, ji hev bawarkirin, biratî û pismamtîya gelên
cihanê û ji xezeva dagerkiran rizgarya welatê min KURDISTANÊ ye.
Rewşembirên dewra sovyêtê
bi rastî ne atêîstên sert bûn, ne jî olperestên kore fanatîk, bi gorî
felsefa Dîalêktîka Matêrîalîstyê cihanê, jîyanê û bûyaran dinhêrîn. Di
gorî wê felsefa zanyaryê matêrya, jîyan time di nav he’jê, pêşdaçûyînê
da didîtin.
Rast gotî gelek dogmên
dîndaryê ji min ra xerîbin û dûrî zanyarya îroyî ne. Ez bi hurmet nêzîkî
wan dibim lê ji min ra rastya wan wek rastya çîrokên gelêrî ye. Li
welatê Sovyêtê nava civaka da pirsên şexsa yên olî gelek kêm yan jî pir
bi serra dihatne holê…Seva dîn, bawaryê zordarî yan biçûkdîtina nefsî li
ser tu kesî tunebû. Ne jî ze’metyên kal-bavan, ku dest bîr-bawaryên
hukumdarên dewra xwe kişandibûn diketin bîra me…Me tirê ew dijwerî
dewranên çûyî ra êdî çûne û paşda nayên. Raste extyarê me di wî werî da
hinek tişt digotin û ji hinek peyvan disilikîn, carna ji me gazin jî bûn
lê nivşê me ew bîranîn çawa tîşten derbazbûyî, sebebên bêtifaqyê û
paşmayînên fêodalîyê didîtin û bêxem nêzîkî wan dibûn.
Ji pey hilweşîna Sovyêtê
ra, hidûdên pola yên dora me vebûn û carekê va waneyên rastya jîyan
civak û miletan li ber me vebûn. Sîyasya hukumdara ya olî hê nava mejûyê
evd da pir xurte. Heta niha jî ol destê hukumdaran da çawa çeka here
xeter tê xebatê. Bi xûna evdên bawarnende dilsax hukumdar digihîjin text
û tacên zêr, bilindayan. Fanatîkên dilsax xwe dikin qurbana xwestekên
hukumdarên nêt nepaqij. Min dît ku dîndarya kor li nav gelê Kurd da hê
jî xurte… Ji navê olê ji alyê hineka da navê welat, tifaq û azadya
Kurdistanê jî tê qurbankirin. Payê oldarên dîn û meshebên Kurdistanî yên
pirê ji bo azadyî û pêşketina Kurdan, tifaq û yekîtya wan nebûne qewatên
hevgirtinê. Hukumdarên welatê Kurdan ra jî ew yek pêwîst e. Dagerkir
piştgirya wê sîyasya xirav dikin û dixwezin nakokyên nav ola da xurtbin.
Ji wê yekê teva pirtir zîyan digîhîje Kurdên Êzdî. Kurdên Êzdî ne tenê
zulma dagerkiran lê usa jî zordarya olperestên Kurd gazinin. Heta roja
îro jî Tirkya di nasnema hemweletîyê xwe yên Êzdî da, li ber cîyê olê
dinivîsin dînsiz. Li Îreqê, dema Sedem da bi dewletî
Êzdî ça e’reb dihatin dîtin. Usa hatye standin, ku Êzdî ji dest
cudetî û zordarya olî werên kal-bavên xwe heta niha jî dihêlin û direvne
Ewropayê…Kurdistana Bakûr da bawarkî Êzdî ne mane, Başûr Rojava da werên
Êzdîyan sêrek dibin, ji Başûr jî rev heye. Raste van salê dewyê
berbirbûna gelê Kurd berbi Kurdên êzdî hevkî nerm bûye, lê fikirên bi
dewrana ketine serê xelkê guhestin pir dijwer e. Navê Êzdîtyê li nav kurdên Musulman da ewqas
hatye bêrûmetkirin, ku niha gelek rewşembîr, ku dixwezin Êzdya jî ji bîr
bînin, hela nikarin peyva ÊZDÎ bêjîn, dibêjin: „birayê meye Zerdeştî...“
Vê pirsê da sûcê evdên sade
nîne. Gune yê wan e yên ku rastya meselê zanin, lê xelkê ra nabêjin.
Peyvek heye ku Êzdî pir jê
a’cizin û dema ji devê evdekî olên din dibihîn pir diqehirin, Êzdî nav
nadin û jêra dibêjin: peyva xirav- xebera xirav ( Ez wê peyvê
nanivîsim ku Êzdî nexeyîdin). Bi rast gotî evdên Êzdî, gelek
mena wê peyvê jî nizanin, lê dema wê xeberê dibîhîn pir dixeyîdin,
diqehirin. Der-dor jî, hîmlî Kurdên musulman, eger dixwezin êzdîyan
bêşînin, biçûkkin, kenê xwe wan bikin, carna jî giva „bi laqirdî“ wê
peyvê dibêjin. Heta hinek „hevalên“ min jî bin pozê xwe da kenya ne û
me’niya wê „gotinê“ ji min pirsîne…
Wê peyvê bi şaşî melekê
Êzdîyan yê herî pîroz navê Tawisî Melek (serokê meleka) va girê didin.
Di nav u’lmên olên din da mena peyva xirav dêw e, yan melekê
xiravyê, neqenciyê û êzdiyan jî hesav dikin civakeke usa ku melekê
xiravyê dihebînin, bêxwedêne, dêwperest in.
Nasbûna min u’lmê dînê
Êzdîyatyê ra ez anîme wê bawaryê, ku dînê Êzdîyan bawarîke Xwedênasyêye
pir kevnar e, ya heqyê, re’mê axret û îmanê ye. Min tu fikireke xirav,
tu xwestineke dijî kesî, biçûkirina tu bawaryê, beşerê, nevsê, kuştin û
qeltikirna kesî u’lmê vî dînî da nedît. Ev peyvên, ku têne gotin di nav
tu cimleke u’lmê bawarya Êzdya da tune. Êzdîtî nikare hebandina
Melekê xiravyê, dêwperestî be. Ji bo hîmê wê bawaryê da hebandina
here jorîn EZDA ye, Xwedê ye… Xwedê li bawarya Êzdîyan da yeke, bê heval
û bê şirîke. Qencî jî xiravî jî ji Xwedê tên…Ew herd xeyset dijî hevin
lê bi hevra ne. Çawa di nava suruştê da mirin û jîyan, ronayî û terî,
ken û girî, meqqledûzê da serê pilyûs û serê mînûs dijî hevin lê bi
hevra ne, bêyî yekî ya din nikare hebe… Ûsane Êzdî bawarya xwe bi
qewatên suruştê tînin. Kîjana da qencî jî heye, xiravî jî…Bêyî yekbûn,
hevgirtin, hevkarya herdu alyan jîyan nikare berdewanbe, pêşda here, nû
bibe.Usane li nav bawarya Êzdya da Melekê xiravyê, neqencyê nikare hebe.
Êzdtyê da dûalîzm tune.
Bi texmîna min u’lmê vê bawaryê
usa pir dewlemend, makkirî, hevgirtî, kûr û dûre, xwedênasî, heqî,
wekehevtî li ser asteke usan bilind hatine danîn, ku bi „rastyên“ usan
nikarin nava wê da qelşê vekin, di çevê bawarmenda da wê bêrûmetkin, ji
bo wê jî nerastî, şer û şiltaxên bê hîm xêrnexwezan berê-berê da anîne
Êzdityê va girê dane…Ku bi wî teherî karibin der-dora rakin dijî Êzdiyan,
wan bi zora şûr, qirkirinê holê rakin, bi wan nerastyan êzdîtyê çawa
ruhê kurdîtyê, ziman û zarê due’a, dirozge, girî û şabûna wê,
çawa tiştekî dijî xwedênasyê çevên e’vdên Kurd da bêrûmet bikin û
dewsê bigrin.
Bûyarên dîrokî nîşan didin,
ku ji alyê bawaryên nû da mîna bawaryên din êzditayî zû nehate şkênandin,
tesmîl nebû. Zû dewsa xwe neda oleke din. Kurdistan ew walatê tenê bû,
ku pêvajoya, xaçparêzkirin, paşê jî îslamkirinê da pir ber xwe da, ew
prosês pir dijwer, dirêj û bi dewrana kişand. Kurdeyatî alt nedibû,
zimanê kurdî cîyê xwe nedida tu zimanî. Dagerkiran rind zanibûn ku ruhê
kurdewarî di nav êzdîtyê dane. Êzditî tunekirin, tunekirina kurdetyê
ye. Û berê şûrê neyartyê dane berbi wê civakê. Vê carê
şûr xebitî, êrîş pey êrîşan, ferman pey fermanan Kurdistan kavil
kirin. Heta îro jî ji bo tunekirina gelê Kurd şûr û zordarî têne xebatê.
Lê çi jî dikin ew ruh dilê Kurda da namire.
Ronakbirê Ermenya yê
sedsala 19 an Xaçatûr Abovyan sala 1845 an diçe nava Kurdan û du gotarên
dîrokî derheqa wan da dinivîse: navê yekê KURD e, ya din ÊZDÎ. Sala 1848
a li bajarê Tilvîsê pojnema KAVKAZ da berê gotara Kurd, çend meh şûnda
jî ya ÊZDÎ bi zimanê rûsî tên weşandin. Gotara ÊZDÎ da ew tê ser vê
fikirê: „ Ev hemû me tînin li
ser wê fikirê, wekî ev cimet (Êzdî, E.B) dêwperest hatye
navkirin tek rûyê wê yekê da, ku cimetên cînar li wana kirine e’ynat…Ew
cime’tên cînar bi fanatîzma xwe e’yanin, k’emala qanûnê wane (Êzdîyan.
E.B) dînî fem nakin, loma jî nikarin bigihîjne wê felsefa moralyê…“(7)
„Eger em …bi heqî û dûrbînî
bifikirin, wî çaxî emê ecêvmayî bimînin, ku ew çawane, wekî cimeteke
waye nexwendî ya koçar (Êzdî. E.B.) karibûye bigihîje fe’mdarya vî
teherîye kûre zanyarî.“(8)
Dagerkirên civak û olî, ku
bêtifaqyê bikin li nav gelê kurd, welatê wan bin hukumê xwe da xweyîkin,
ziman, çand û rohê miletyê di nav wan da bidin kuştin, çeka
dîndijminatyê ya xetar çqas kêfa wan hatye bi destê fanatîk, cahil û
xweyînên xwexatyê dijî kurdên Êzdî dane kêranîn. Bi wan şer-şiltaxan
mejûyê hinek kurdan bi afyona olê jerdadayî kirin e, alyê din jî xelqê
bê sûc-guneh qir kirin e, mal-hal keda wan talan kirin e, şewitandin e,
zimanê wan birîn e, welatê wan kirin e gola xûnê, cîyê zulm û zorê. Û bi
wî cûreyî him Kurdistan, him jî bawarya ewdên Kurd hêdî-hêdî dager
kirine.
Lê Êzdi çima heta niha jî
nikarin rastya xwe biparêzin? Çima ji xebera xirav disilikin,
dixeyîdin? Çima rastya dînê xwe nîşanî cihanê nadin?
Ya ewlin ewe kesî
guh nadye dengê Êzdiyan. Heta vê sedsala dewî jî, kê ji Êzdîyan dengê
xwe kirye bi devê şûr jê ra axivîne. Pelên dîrokê nîşan didin, ku kêmin
ew mîrên Êzdîyan, Extyarên Mergê û oldarên mezin ku bi mirina xwe ya
xezayî wefet bûbin. Êzdî jî mecbûr mane rastya xwe kesî ra nebêjin, xwe
ker bikin.
Ya dudan çawa
dîrokzanê Kurd Şekir Fetah* dibêje : „ Ev navê (navê dêw, xebera xirav) li dewyê
xistine ser Êzdiyan da ku wana pê bişkênin- çunku bawarya wan ji ya
Îslamê cihêye-mîna ku mele Yehya ê Mizûrî we kiriye, dema ku xweast tola
xwe li malbeta mîrê Êzdîyan veke, wilo xelk tê gehandin ku Êzdî zendîq û
kafirin, lewma bi navê ola Îslamê fermana wan rakir.“(9)
Ya sisyan qewata
Êzdyan, ne ya zanyarî, ne jî ya fîzîkî têrê nekirye ku bikaribin dijî
qewat û fikirên dagerkir û desthilatdaran derên. Dewletên qewat, xweyê
leşkerên giran, hîmê aborîyî mezin, û sîyasya deshilatdar, bêhesav
zanyarên bawarmend, mejûyên bi aqil, Bi hezara dêr û mizgevtên di nav
zêr û cewahera da pêçayî, bi mîlyonan fanatîkên nezan…Êzdî ji civakeke
nexwendî, feqîr, zêrandî, pelçiqandî, bê maf û bê pişt, Lalişeke
wêrankirye, belengaz…Di vî halî da wê çawa dengê Êzdiyan bihata bihîstin…
Niha sifet û rastya wê sîyasîyê
rind tê xanê. Meremê hîmlî tenê tunekirina êzdîtyê nî bûye (şer ne seva
dîn û bawaryê bûye). Merem asîmlekirin, tunekirina gelê Kurd,
Kurdistanê bûye. Eger ew şer dijî êzdîtyê bûye, niha, dema sedî nodê
Kurdan musulman in, çima dîsa dewletên ola wan musulmanî ye Kurda nayên
remê, çima tu lîdêrekî weleten îslamê, tu hukumatek, dewletek, navda
oldarên îslamê, zanyar û bawarmendên wan ne ku piştgirya Kurdan nakin lê
neyartyê kurda ra dikin, xwestina wan ji holê rakirina gelê Kurd e. Çi
ye sebeb? Ne Kurd jî musulman in?... Kurd tek seva mafê xwe yê îsanî
şer dikin. Wanra yek nîne musulman çi milete, bi çi zimanî diaxive? Çima
naxwezin dewletek musulmanî ya Kurda jî çê bive?
Min ji devê gelek meznên
Kurdên êzdî bihîstye, dibêjin: Desthilatdarên Îreq, Tirkyayê, Sûryayê
jî niha me (Êzdyan) ra dibêjin, hûn Êzdî miletekî belengazîn, hûn Kurd
nînin, karê we bi Kurdan neketye, hûn nekevne nav vê dozê, dewa me bi
wera nîne, Kurda ra ne…
Sedsalek-dudu berê dew bi
êzdîtyê ra bû, niha jî dema taqet êdî êzdîtyê da nemaye û ruhê kurdîtyê
di nav Kurda da hişyar û bi hêz bûye êdî berê xwe dane ne olê, lê
kurdîtyê…
Dijwer nîne êdî bê dîtin,
ku heta roja îroyîn jî cihanê da gelek hêz û girûp, usa jî dewletên xwe
XWEDÊNAS divînin, di bin perda xwedênasî-heqîya dîndaryê
ya sexte da qetil û qanên nemerivayê ye zulm dikin, bi wan „bawarî“ û „alan“
bi xûna evdên dilsax e bawarmend meremên xwe yên dagerkirinê,
talankirinê, hêsîrkirin û qûlkirina miletan, pêk tînin…Gelê kurd qurbanekî sextekarya hukumdarên
ROJHILATÊ ya bi dewranan e…