Rewşa Êzîdiya li Almanya
çawaya?
Wek ku em zanin
Êzîdî ji
ber gelek sedem û aloziya ku ew bi sede salan hemberi wan ru beru
di man mejbur bun welate xwe terk bikin ( berdin) û ji xwera li
cihekî din bigerihin. Wan tokil bi xwedê û Tausî Melek anî û berê
xwe dan Ewrupa ku di dema meda cihê herî azad û demokratika. Ew
awil di destpeka salên 1960 da bi kesayetî, ji bona şixûl yanî
kar hatin Ewropa û bi teybetî Almanya. We demê karker ji
Almanyara hawcebun (lazimbun) lawma wan ji gelek dewleten derdorê
xwe û dosten xwe Karker xwestin. Hinga çendek êzîdî jî ji tirkiye
hatin Almanya. Piştî çend sala hina ji wan kulfetê xwe jî anîn
cem xwe. Lê belê bi malbatva kesek nehatibu almanya. Di salên
1977 heta 1981 disa qaflek din ji êzîdiya wek penaber hatin
almanya. Reda geleka ji wan hat û ew carek din vergerehan malê
xwe. Wan li welate xwe hew îdare kir û carek din bi malbatva, dev
ji her tişten xwe, cih û waren bav û kalan berdan û bere xwe dîsa
dan Almanya. Hınek ji wan cara diduya li vir akincî bun. Îro
Ewropa, bi teybetî Almanya, buya cih û ware duyenîn ku herî
behtir Ezîdî le dijin. Ez karim bejim Ewropa ne bitenê cihê
duyemîne.Evder buya cihê herî gering. Ew ji her deveren ku berê
ew le diman, Tirkiye, Sûriye, Îraqê û Zovyeta berê hatina vir.
Berê tekiliyen wan bi hevra nebun îro ew cînarê hevin. Ez
bahwerim heger guhertinek yanî reformek di nava Ola êzîdada
çebibê we ji Almanya dest pebikê. Ji berkû rewşa wan ji aliye
Olîva û re û rimanva ya herî xeraba. Bê goman wan evder kiriya
cih warê xwe. Ew hew carek din bi himdê xwe bi derbekê vegerihin
ser cih û waren xwe yen berê kû îro buna xirbeh. Lawma gerek ew
rê û rismen li gorî demê û rewşê ji xwera saz bikin ta ew karîben
xwe û zarwen xwe winda nekin.
Gelek got û bej di derheqa
vê babeteda ten kirin. Lê mixabin gelek ji wan xwazin bi çavekî
kor û bi destekî kop paleya nohka bikin. Bi vî karî em nagihin tu
encama.
Berî hertiştî gerek em cihê
ku em le dijin û xelkê der û dorên xwe ja herî gerîn dîroka wan
nasbikin. Li gorî imkan û derfetê ku peyda bin em gaven xwe yek
bi yek bavêjin, ta em nekevin xepek Xefka. Lê belê berî her tiştî
û karî gerek em li hevdu bahwerbin. Tifaqa me gerek bi rastî
hebê. Bey Tifaqê ti kar nameşin û bingeha Tifaqê jî bahweriya. Di
virda em hê gelekî li paşmayina.
Wek min got rasta di dema
meda cihe herî demokrat Ewropaya û bi teybetî Almanya. Le gerek
em zanibin ku ev demokratik û azadiya li ewrupa heya li ser rikne
gelek şer û nexweşiya hatiya avakirin. Du harbê (şerê) cihanî
ewrupa mecburî ve rewşa wan ya îro kirin. Yanî merov karê bejê
ewropî mecbur man ku şert û mercen îro ku li cem wan peyda dibin
û her kese li ser ruye cihane dexisê wan qebulbikin. Meriv nikarê
îro bejê heta kengî ev rewş we wiha dewam bikê. Gava merov berê
xwe bide diroka ewropa wê zanibê ku ewropî ticara li ser rewşekê
nasekinin. Ew xwe her zu guherin û gelek caran bi alîkariya şer
guherîna pek tînin.
Begûman êzîdî îro perçak ji
wanin. Zarwe êzîdiya di nav wanda, di dibistanê wanda û li gorî
qanun û herf û adete wan dijin. Di zarokiya xweda herî behtir
wextê xwe bi wanra bihêrin. Lewma gelek alozî di nahbera de û
bavan û zarwê wanda hene. Daxwaza Zaroka ewe ku karibin li gori
havalên xwe ye Ewropî (Alman) bimeşin û ser û berên xwe wek wan
girêdin. Lewma ew îro gelek ji adeten bav û kalên xwe ji xwera
wek astengî dibînin û naxwazin li gorî daxwaza dê û bavên xwe
bijin. Di virda gelek betifaqî ketiya navbera Malbaten êzîdiyan.
Gelek tiştên ku ji bav û
kalanda li Êzîdiyan gunehbun îro Zaro bikar tinin. Wek Por
jekirinê li cem Pîreka, simbel qûsandinê li cem Zilama û cil û
berên wan. Gelek caran meriv cilê Şîn li ber wan bînê anjî cilên
Qîzan gelek kurtin merov fihêt ke li wan biheşînê (meyzînê).
Bê goman ji aliye herf û
hadeten me derbek gelek mezin li me ketiya. Gava merov heşîne kem
malê êzîya mana yen ku zarwe wan wek dilê wanin. Gelek ji wan ji
maljî bazdin. Hin ji dê û bava tinin ser xwe û hişkerê bejin ku
zarwe wan dev ji wan û ola wan berdana, hinjî hene hê xwazin
kemasiyen xwe bi temisînin (veşerin) Lê gava ew kesê kemasiyen
xwe û zarwen xwe veşeren zarwe xwe zewicînin hinga her tişten wan
derkevin meydanê ji berku dîsa zarwe wan runanin û gelek caran
jin ji cem meren xwe bazdin û mêr jî dev ji jina xwe û zarwen xwe
berdin. Îro ev rewş di nava hemû malbaten êzîdiyan da heya. min
bi xwejî ji vê şerbetê vexwariya. Keça min 15 salî beriya 3 heyva
ji cem me çû hayima Jugendamta almana û naxwazê carek din vegerê
cem me.
Ez xwazim Rewşa me bi du
nimûna bidim xweyakirin.
Beriya heftakê (06.08.2005)
daweta kûrê dostekî min bu. Ez jî çu bum daweta wan. Birasti
merov fihet di kir ku li Qîz û Xorten me biheşînê. Dema Dawet
berb bi dawiyeva çû milet yeka yeka derketin devê salone. Ez jî
li derba yekî Gûndiye xwe sekinîm ta ez li hal u wextî wî û
malbata wî pipirsim. Jinek din ku jiminra xerîbu jî li wir sekinî
bû û nevîye we li milê webu. Wê pîreka kurd û wî gundîye min
hevdu nasdikirin wanjî li hal û wextê hev pirsîn. Piştî çend
gotina mijara ştexaliya me bû dê û bav û di navra rewşa me
êzîdiya li Almanya. We hermeta Misilman bi zahrekî vekirî em
êzîdî rexnekirin û got we zû xwe ji herf û hadeten xwe dur
existîya. Gava em ji xwera diştexilîn keç (qîz) û bûka wîyê
gundîye min hatin li cem me sekinîn. Carek din we hermeta
Misilman bizahrekî vekirî bûka wî rexnekir û gort: “bi Quraan
heger bûka min xwe wek vê Bûka ta gerêdaya niha ew berday buwa.
Lawe min we telaqê bida wê”. Xezûrê we ji fihetiya nizanîbû çi
bersivê bide we. Bite wî got: “ma ya min çiya? Mêrê we destura we
dê û bimeda xeyirê heger em we rexne bikin”.
(14.08.2005) Hermetek
dilbeşa me telefon da me ku bipirsê gelo rasta keça me çuya
hayimê. Gava pîreka min jira got rasta we ev bersiv da: “ Gerek
nakê hun li ber xwe kevin. Êzîdî teva di rewşa wedena. Em ji
fihêtiya nima karibin herin nava tos û nasên xwe. Em herin ku
gava bahsa zarwe xwe bikin e mejî ten bîra me û em ji qahra îdare
nakin û divê em bigirîn”
Di van nimunada dahuir bê
ku em rewşek çawa dene.
Lê em nikarin bejin ev
xirek xafilbu li me ket. Gerek merov ji birnekê. Gava birez Dr.
Herbert Schnoor ku we demê wezîrê kare hindurû ye eyaleta Nord
Reihein Westfalen bu. Ji serdana xwe ya cih û waren êzîya li
tirkiye vegerehe biryar da ku rasta êzîdî ji ber zulm û zorê
welatê xwe terk kirina û koçî almanya buna. Dewleta Almanya
biryar da ku êzîdiya qebul bike û wan di nav xweda bi cih bikê.
Birez Dr. Schnoor hat nav êzîdiye Bielefelde û got: “ Êzîdîno min
du mizgin ji wer anîna. Yek jê xera û yadin nexera. Ya xerê ewa
ku dewleta Almanya hun qebul kirin û hew we carek din şûnva şînê
cihên ku hun jê revîna. Ya nexer ew ku ez îro î xemgîn û poşmanim
ku ez bum sersebeb ji bona vê mana we li welate ma. Ji ber ku
hunê wan herf û hedeten xwe yen pîroz li vir winda bikin”.
Be goman ne bi tenê vî
dostê êzîdiya ev rewş ku îro em tedena naskiribu. Dema Feqîr
Xidirê Berekatê Keso ji bona Konra êzîdiya lli Hanoverê hatibû
Almanya min ji wî pirskir ka ew rewşa me êzîdiyê almanya çawa
nirxînê. Wî ev Bersiv da min: „Hun Êzîdiye li Almanya di nava
Bahrekê dena lê ez nizanim berê we li kuya”.
Gerek em vê gootine wî
dostê Êzîdiya î heja û bi rêz Feqîr Xidir tu cara ji bîr nekin.
Wan em hê zû û ne dereng şiyarkirin, lê mixabin wek ku peşiyen
mejî gotina: “heta serê miriya li heda nekevê ew bi xwe
nahisihin”.
Gerek êzîdî bi zanibin û
bizarwe xwe bidin fehm kirin ew çiqas berb bi ewrupîyava herin we
demekê poşman jî bibin, ji ber ku ewropî wan ti caran ji xwe
qebul nakin. Ew wê di çav Ewropiyada her dem xerîb ben
hesibandin. Merov karê vê yekê di rewşa Cihuwa da bibînê. Cihû bi
sedê sala li vir dijin û hejî nebuna perçak ji ewrupîya û ew wek
biyanî ten hesibandin. Lewma ew gelek caran ru beru hemberî
ferman û talankirina mana yen ku ji aliye ewropiyanva li wan
dihatin kirin. Dema dawî di bin destê hikimdarîya Nazise alman ku
Hitler serokê wanbu fermana wan di nahbera salen 1933 û 1945
rakirin û 6 milyon ji wan qetil kirin. Mal û milken wan bi darê
zorê ji wan sitandin û ew li cihane belakirin.
Iro xweyaya ku şerekî
dijwar di nahbera Fileha û ometa Islamê berdewama. Em jî di nava
wanda dijin. He em raste rast nebuna hedefa wî şerî le ez
bahwerim heger em heij ji xwe ne bin em jî eme bibin hedef û çebe
ku ji aliye herdo cihava dijmine mejî hebin. Mixabin ew ti
ferqîye nakin nahbera xerab û nexeraba. Gava ew dijminatiya
miletekî bidin berçaven xwe ticara ew cudahiye nakin nahbera
kesen ku ew xwazin bi wanra şer bikin. Di Çavên gelek Ewropiyan
da her kesê ku ji nav dewletê misilmana hatina wek kesê dilxerab
ten naskirin. Di virda gerek êzîdîjî şiyar bin û heyj ji xwe
hebin ta ew jî nebin hedefa vî şerî.
Menaliteyek yanî tebhekî
ewropiyan î gelek xerab heya. Gava ewropî terbin û malê wan tera
wan bikê hinga xofa dilê wan jî gelek pira. Gava ew birçîbin û
malê wan tera wan nekê yanî bê kar û hemel bimînin hinga bexoftir
ji wan nina. Ew zu çavê xwe ji xerîbê di nava xweda teng kin û
rewşa xwe ya nebaş kin sûcê wan. Lewma gelek caran erîşa bin ser
wan.
Ew ticara bi himdê xwe sucê
xwe qebul nakin. Her xwazin sûcê ku wan kirinbê bikin stûye hinek
din.
Lewma gerek êzîdî yek bin û
bi hevra li nasnama xwe ya olî xwedîbin, ta ew karibin bi tifaq
xwe ji vê taloka şerê nahbera Fileha û Misilmana bi parêzin.
Gerek êzîdî tim ferqiye nahbera ola xwe û olên din dahir bikin ta
herkes zanibê ew kina ew ahlê xerêna û ne ye şerin. Ev barekî
gelekî girana li ser milê wan kesê ku xwe rewşenbîr hesibînin. Ji
ber ku ticaran Êzîdî ji aliye saziyan va nehatina birevebirin û
wan gelek caran hîle ji desten hevdu dîtina ew li hev ewle nabin
û xwe na siperin saziya. Heta merov bahweriya wan bi xwe bînê
gelek dem û kar peywîsta (hewceya). Gelek systema, yen siyasî
tehdîta xwe li ser Êzîdiya bi kar aniya. Wan her car zirara xwe
ji wan diyiya. Tifaq di dilê wanda zahfa, lê mixabin be rixne
bahwerî li cem wan gelkek kem buya. Heta îro wan gelek caran xwe
sipartiya rexistine siyasî le mixabin van rexistina ew wek
mahzeme ji xwera û ji bona karê xwe bi kar anîna.
Ne bitene êzîdiye li ewropa
dijin îro hemberî aloziya ru beru mana. Li welatê bav û kalên wan
jî gelek zahmetî û alozî ten peşiya êzîdiya. Welatê wan meydana
şerê navbera Fileh û misilmanaya. Ew cih û warê wan buna wek
Qazana dergirtî li ser Egir. Ew kelê û nakelê kesnizanê di
dawiyeda çi we jê derkevê.
Lage, 18.08.2005
Niviskar: Ferhun Kurt
|