Bahlul heft sala xeberneda
Dibejin Bahlul rojeke ji rojên Xwedê ji xwera fikirî û got:
„ma
qey ez û Xelîfê ne birê hevduna?
Xelîfe
zilamekî zalima û zilm û zordestî le milet kê.
Ew wan
talan kê, weran kê, kese ku ew sih jê wan nakê ew wan de girtin û
wan hedam kê.
Ew
zilamekî î gunehkara û ji ber ku ez û ew birana xwedê we mijî bi
gunehî wî di agirê cahnemê da bişewitînê. Ya herî baş ewa ku ez
ji niha heta dawîya jîyana xwe carekdin bi kesîra neştexilim (ne
axifim) û ez nekenim belkî xwedê jî min ji gûnehe birayê min hefu
bikê“.
Wi di
wan gumanada ji xwera sund xwar edî ew carek din bi kesekîra ne
biştexilê û ne jî bikenê.
Demekê
ew bi kesekîra ne axifi. Xelkê ku ew nasdikirin ji vê yekê
matmayî man û ev yek bû sebeba mijarê di nav wanda.
Birayê
wî xelîfe jî bi vê yekê hiseha û kir û nekir di bin ti merca da
Bahlul ne axifî û nejî kenî lewma wî fermanek (Qirar) da û got:
„heçî ku bibîne birayê min axifi anjî kenî û mizgîna vê yekê ji
minra bînê ezê xelatek pir mezin bidim wî.“
Heft
sal dem bihirdin û tikesî nedî bahlul axifî û ne jî kenî.
Rojekê
bahlul di ber qesabxanakê (cihê heywana lê guron) ra bihirt bahla
xwe da hundur ye wê ku gelek sewalê gurayî teda dalqandî hebun.
Mih bi lingê xweva û bizin bi lingê xweva û dewar bi lingê xweva,
yanî her heywanek bi lingê xweva dalqandî bu.
Kefa
wî ji ve yekêr hat û ew kenî.
Kesê
li der û dora wî dîn ku ew kenî. Yekî jiwan hema lezand û hat cem
Xelîfa û mizgînîya kenê Bahlul anî ji wîra.
Kefa
xelîfe ji vê mizgînêr hat û got: „ka baken bahlul ber bê vir, ta
ez ji wî bipirsim ka wi çima ev heft salin deng nedaya.“
Qasirek çû cem bahlul û got: „birayê te bakê te, ew xwazê ti bê
cem wî.“
Bahlul
zanîbû çima birê wî ew xwestîya cem xwe û bi wanra çu cem wî.
Gava
xelîfe ji bahlul pirskir çima ew heftsala lal (bê deng) bû wî
bersiva wîda û got ji ber ku ti zilamkî zalimî û gelek guneha kê
û minjî bahwerkir ku ez û tu birê hevin lewma gûnehe te we ben ji
minjîra.
Gava
min dî ku her Sewala gurayî bi lingê xweva dalekandî bû henû min
fahmkir ku fikrê min î şaş bû lewma kenê min bi min hat û ez
kenîm.
Çawa
mih bi lingê xwe û bizin bi lingê xwe va dalqandina wilo (wisa)
jî herkes bi tenê bi gûnehê xweva î giredayîa û ji wanra î
berpirsîyara.
Rahmet
li dê û bavên xwendekar û guhdera.
© Niviskar:
Ferhun Kurt
|