Çîroka Şêr, Gur û Revî
Hebu tinebu ne ti avd û
beşer ji xwede mestir hebun û ne titişt ji çîroka xweştir hebu!
Dibejin rojekê ji rojê
xwedê şêr, gur û revî destubiratî dan hevdu.
Şêr û gur gotin emê herin
neçîrê û revî ber kebanîbê û li ber malêbê. Wan bi vî hawayî kar
û barê xwe li hev bahr (parve) kirin.
Şêr û Gur çun nava çîya li
neçîrê gerehan. Wan hindik gelek çend heywanê goşt xweş û qelew
ji xera kuştin û anîn mal.
Li mal gotin: „Gerek em
goştê xwe li hev bahr bikin (parvekin) ta birakê revî ji mera
bikê şîv.“
Ji hev pirsîn ka ki zanê li
me bahr bikê? Şêr got: “Hima ber gur goştê me li me bahr bikê.“
Gur jî î gelkî (piř) tima
bu. Wî goştê qelew û xweş ji xer bir û ê normal le kem goşt ji
şêr řa hişt û ê hestî û bê goşt da revî.
Rêvîyê reben ji gur
ditirseha û qîma xwe bi vê bahrkirinê anî. Wî goş keland û her
yekî bahra wî danî ber wî. Şêr li ber gur temaşe kir, goştê li
ber wî hemi goştê nerm û qelew bu, li ber pepukê revî hestîê bê
goşt kom bun û li ber wî hestîyê kem goşt bun.
Hima şêr lepê xwe li pişta
stuyê gur da û got: “Haferim birakê gur. Ti ji kê helimî vê
bahrkirina hedil?”
Serê gur di (du) bosta di
erdê da çu xwahr û duvê wî li hewa zîç bu.
Gava revî gûr di vî halîda
dî kezaba wî qeteha.
Serê gur bizorê carek din
ji erdê kişandin. Çavê wî dinava erdeda zihor bubun mahdê mirîya
bi serda hatibu. Wan wê carê bi hevra şîva xwe xwarin û razan.
Rojadin carek din Şêr û Gur
çûn neçîrê. Wan neçîra xwe anîn mal û şêr got: „Birakê revî ka ti
îşev neçîra me li ma bahr bika, ta em bibînin ti çawa zanê li hev
bahr bikê!“
Revî got: „Ti (tu) zanê
birakê mey mezin.“
Wî rahişt perçê qelew û ter
goşt danîn ber şêr, ê kem goşt danîn ber gur û hestîê bê goşt
danîn ber xwe.
Şêr le temaşa kir kefa wî
gelkî hat, beşişî û got: „Welehî, tilehî, bilehî min heta niha ti
kes nedî go karibê wek te tiştan rast li merova bahrbikê. Ti ji
kê helimmî (hinî) vê bahrkirina rast (buî)?“
Revî bersiv da wî û got:
„Ez benî, ez ji wî serîyê di nava erdêda î çandî, wan çawê sihor
û wî duvê zîç helimmîm (fer bum).“
Kêfa şêr hat û got: „
Welehî, tilehî, bilehî ti gelkî bi aqillî ez xwazim go ji îro û
peda karê hindiru û li hev bahrkirinê bi tenê di destê teda bê.“
Herseka qirara xwe bi vê yekê dan û revî kirin wezîrê karê ber
malê û li hev bahrkirinê. Şêr û gur bun berpirsîyarê karê ji
derva û ê nêçîrê.
Hek hersê ne miribin hejî
bi hevra birana.
Rahmet li dê û bavê
xwendevan û guhdera.
© Niviskar:
Ferhun Kurt
|