Mesela Mûso kûndo
Hebû tinebû kesek ji xwedê
mestir nebu.
Dibejin Zilamekî gelkî
belengaz hebû. Navê wî Mûso kûndo bu.
Rojekê ji roje xwedê got
pîreka xwe : „Harmet wer arî min bika! Emê kûara xwe ya dexlê
pakij bikin“
Pîreka wî got: “Berbê”, û
wan dest bi pakijkirinê kirin.
Gava wan ew pakij kirin
helînek mişka di kuarê da dîn. Heft çelîkê mişka ê he zelût
tedebun. Hema Mûso kûndo bezî cem kûlîna nivîna û qeftek xencera
a gelkî kewin û zingargirtî jê anî. Her heft çêlîkê mişka bi we
qefta xencera kûştin. Mûso kûndo biştî vê meranîya xwe gelkî
kubar bû, simbel badan û got: „Ma qey hin karin hemberî min bahsa
xwe bikin û bejin emjî merin?“
Wî berê xwe da nav bajer û
çû cem hedada. Wî got hedada: „Ma un karin xencera min carekdin
tîîj bikin û li ser we binivîsin: „Xwedîyê vê xencerê heft neyarê
xwe pê kûştine.“
Hedada got: „Erê, em karin
tiştê tû xwazê binin cih“. Wan Eînî wek kû wî dixwest xencera wî
tîîj kirin û li ser nivîsîn: „Xwedîyê vê xencerê heft neyarê xwe
pê kûştina“.
Wî xencera xwe kir ber xwe
û simbel badan û bevila xwe qerast di nava bajerda çû vî serî û
dihat vî serîyê din heta dereng û berê xwe da mal û bi rêya xweda
meşî.
Bi
qedera Xwedê li bajarekî din î gelkî mezin dahbak li wan bubu
belê. Miletê (Gelê) bajêr mecbûr bû her meh qîzekê ji ê xwe he
nezewicî bişev jera bikin xanîkî li pexê bajer û dahbe dihat û ew
dibir û dixwar. Qederê wilo (wisa) dixwest dor giha qîza Mîrê
bajer. Qîza Mîr a gelekî bedewbû û dilê Mîr gelkî bi qîza wî a
bedew vebû. Wî nedixwest dahbe qîza wî ya gelkî bedew û hê
nezewicî bûxwe. Wî di zilam ji bajarê xwe birê xistin û got wan:
„herin belkî un camêrin merxas bibinen kû karibin vî dahbeyî
bikûjin û me û qîza min a bedew ji mirinê xelasbikin.
Herdo qasira berê xwe dan
oxirê û pişta xwe dan felekê li nava dinyayê gerehan. Çikas ew
gerehan lê wan tû kes nedîn e kû karîbuna hemberî dahbê şer
bikin.
Wek kû ji berê da hatîya
gotin: „Qedera xwedê nivîsîya benî nikarin xera bikin“. Ew û Mûsô
Kûndo di reda rastî hev hatin. Wan silav li hev kirin û her yek
bi reya xweda meşî. Gava ew bihirdin qasirekî got edin: „Ma tejî
ew nivîsandina li ser xencera wî camerî xwend?“ Havalê wî got:
„Na min ne xwend. Ma qey çi li ser nivîsîbu?“ Wî jêra got. Herdo
qasira ji hevra gotin: „Ka em mexseda dilê xwe ji wîra bejin û ji
wî bipirsin, belkî ew karibê me û qîza Mîrê me ji bela dahbê
xelaskê“. Herdo carek din wegerehan cem wî û derdê xwe jera
gotin. Wan got: em li gelek devara gerahana le heta niha me ti
kesê merxas ne aciband, lê gava em di ber tera bihirdin me ew
nivîsandina li ser xencera te xwend ku li ser nivîsandîya
„Xwedîyê vê xencerê heft neyarê xwe pê kûştina“ em lewma di we
bahwerîyêdena kû ti merxasekî qahremanî û ancax ti karibê me ji
bela dahbê xelasbikê. Gava wan ev gotin jera digotin kêfa wî
gelkî hat, senga xwe fereh kir, destê xwe danî ser xencera xwa û
dinava xweda dikenîya. Wan ji wî pirsîn: Camer ma tê karibê me ji
dahbê xelasbikê?
Mûso kûndo got: Ma qey un
fihêt nakin vê pirsê ji min kin? Heger ez nikaribim we ji dahbakî
xelasbikim ma çawa navê min Mûso kûndo ya? Ez wî dahbeyî bi van
deste xwe ne kûjim ber carek din kesek li vê dinyayê nebeje min
navê te Mûso kûndoya û tê heft neyarê xwe bi xencerekê kûştin.
Ma qey hin din li dinyayê hena ji min û pêva kû karibin we ji
dahbakî xelas (azad) bikin?
Kefa herdo qasira gelkî hat
û gotin: Camerê Mûso kûndo em dexîlê te û xwedêna bi mera wera û
me ji wî dahbeyî xelasbika. Bi welleh, tilleh û billeh heger tu
me û keça Mîrê me ji vê bela xerab xelaskê mîrê me wê te
bikê Agît û qahremanê xwe û wê te li kelêka xwe runîne ji we
kelîkê û peva destê te û kûfletê carek din bi ava sdar û germ
nakevê.
Mûso Kûndo: Rasta ez ji
berêva î qahremanim û helbet ezê karibim we û xatûna we ji bela
dahbê we xelaskim. Ax xwezî ne ji zarokê min û pîreka min buna
ezê ji vêdê bi wera bihatima le qisura min megirin ez nikarim
sihatekê ji zarokê xwe û pîraka xwe xafil bibim, neyarê min
zanibin ez ne li malim wê bên û wê serê wan hemiçka jêkin. Ka ji
kerema xwe rê bidin min ez bilêzim. we ez gelkî sebirandim ku
dijminê pe hisehabin kû ez neîy li malim, niha wan mala min
xerakirîya koka min ji dinyayê qelandîya û cira min ji jîyanê
tefandîya. Heger xwedê qismetê min ji dinyayê qutnekiribê belkî
ez bigihem zarokê xwe bi saxîtî.
Qasir got: Tû xema mexwa!
Emê niha bi tera ben û emê rajin zarokê te û pîrekate û emê bi
hevra birêkevin ta em bigihin xatûna ma berî kû dahbe we bixwe.
Kêfa Mûso Kûndo gelkî ji vê
jeker hat û ew bi hevra çûn mala wî. Gava ew gihan gûn çiqas
malek kû mezin û gelek milet teda li bahevbû herdû Qasira ji
hevra di gotin ev mala wîya. Herdû ji xwera li ser vê jekê bi
şetr di lîstin. Heta ew gihan pexê gûnd ku mal hew man bitenê
xanîkî mirişka li peşîya wan xweya dikir. Dîware Xanik ji herîyê
û kevira bun û banê wi li ser çend stûnê darî a rizî bu. Zedey
derîkî be dergeh ti cam anjî qûlê ku şewqa rojê karîbuya tera
bidê hundurûê wî nebun, ji lewma gava merov di hunduruda runistî
bua kesî nizanîbû roja anjî şeva.
Mûso Kûndo da pêşîya herdo
mehwanê xwe berê xwe rast da wî xanîkî. Qasira li hevdû heşandin
lê wan bahwernekir kû mala merxasekî wek wî di xanîkê mirişka
deya. Gawa ew gihan hewşê celebek zarok ji xenî derket û berbi
wanva Bezîn, cilê wan zerzilî, lingê wan (pîyê wan) xwas û ji
serê tilihe lingê wan hata bigehe serê mûyê porê serê wan kesekî
tiştek ji gemarê (qirêjê) kifş nakir. Dilê wan sê gopal lêda û ji
hevra gotin: Me top lêda, lê belkî qedera me evbû. Em li her çar
alîyê dinyayê gerehan û me tikes nedî ji xeynî wî. Ji dîvla em
vala carek din vegerihin emê wi bi xwera bibin, hek ew Dahbê
bikujê emê ji dahbê xelasbibin û hek dahbê ew û zarokê wî xwarin
hingî emê ji wî xelasbibin.“
Gava Mûso Kûndo meselê ji
hermeta xwer got we li serê xweda û got: „Ez di bextê tedema û ti
di bextê xwedêda me mek ti bela. Dahban we me hemiçka bixwen û
bizrê me we ji dinyayê biqelihe.“ Çikas wê lav lav ji wî kir tû
çare jê nekir.
Qasira zarokê wî û pîreka
wî siwar kirin û berê xwe dan Bajêr.
Mîr tevlî xulamê xwe û
milêtê bajêr derketina serê bana û bi dûrbêna li reye dora bajer
heşînin ji ber kû ew roja talîbû divîbû ew evarî xatûnê bibin
xanîkê pêxê bajer ji bona kû dahbe we ji xwera bibê.
Gava ew gihan pêxê bajer û
qîrênî ji kêfa wanra bi bajêr ket û milet bi dahol û zirna
şirehan peşîya wan.
Berî kû ew gelek wextî bi
hevra bibiherin roj çû ber ava. Mîr ji Mûso Kûndo pirsî ka ewê çi
hacêtê şervanîyê ji wan xwazê. Mûso Kûndo got Mîr: “Mîrê min ma
qey ti fihet nakê ve pirsê ji minkê? Ez Mûso Kûndo ma mi heft
neyarê xwe bi ve qefta xencera kûstin haînî wilo ezê Dahbê jî
bikûjim lê belê ez dilê te nahêlim ti bixwazê ti karê tivingeke
binê deynê wedê, ez hawce nabim le hima ber ew li wirbe. Wan tera
wî hacêtê şervanîyê (Tiving, xencer, şûr û tîr û kevan) jer peyda
kirin.
Mîr got: „ heger ti bixwazê
ber zarokê te û dîya xwe li cem mibin heta sibî ti bi wanva bê“.
Her çiqasî kefa pîreka wî ji vê şîreta Mîr ra di hatjî Mûso Kûndo
nehişt û got: „Ma ez karim kûfletê xwe bi tenê li derin xerîb
bihelim? Ez rabim wan li cem te bihelim û xûlamin ji ete dostê
neyarê mibin û bebextîna bi mer bikin û belana binin serê wan ezê
bajêr piştra luxû bikim û ezê rureş bibin li darê vê dinyayê.
Xelk we bejin min: ti çuyî ji bona ti wan ji mirinê xelasbike te
ew bi destê xwe qelandin. Na wella ez li kubim gereka ewjî li cem
mibin.“
Wan Mûso Kûndo û kufletê wî
birin cem avayîyê û gotin dahbê we îşev bê vê malê. Milêtê bajêr
ew kirin avayîyê û derî li ber wan daran û her kes çû mala xwe û
dergeh û derîyê li ber mal û hewşê xwe heta ji wan hat asê kirin,
ji bona ti kes û ti tişt niakaribin ji rexê derva vekin.
Roj çû ava û bajar bê
dengbû, meriv bahwerdikir kû ev bajar î xerabeya, tû kes le nina.
Mûso Kûndo û kulfetê xwe di
hindûrûda li benda Dahbê diman. Zarok he zû razan (nivîyan) ji
ber kû ew belangaz gelkî betilî (rawistîya) bun. Le belê ji tirsa
xew bi çavê Mûso Kûndo nakevê û pîreka wîjî bi wîra şîyara.
Dem giha dor nîvê şevê
dinya li Mûso Kûndo bubû taristan, dilê wî sêgopal lê dixist.
Carekê xerp xerpek û dengekî kû hê kesî guhdar nekirbû ji
derva hat.bi vî dengîra qîren bi Mûso Kûdo ket û got: “e e e e ew
haaaaatî kû mimimimin bixwe.” Heman wî lihef kişan ser xwe û xwe
di binda veşart. Pîreka wî got: „Min ti veşartî. Ma qey min negot
em narin? Mi zanîbu te serê me bike belana.“
We lihef ji ser wî avêt û
got: „Ka rab serxwe û wek mêra min û zarokê xwe biparêza.“
Bi vê gotina wê carek din
deng ji derva hat û qîren bi Mûso Kûndo ket û wî dixest xwe di
bin zaroken xweda hilînê. Her çiqas pîreka wî di nav wî dida lê
feda neker û qeremê camêrê Mûso kûndo lê şikestin û ew ji tirsa
ji xwar û bahnîda rihilî.
Dahbê ji alîyê derva li
devê derî dixebitê kû wî vekê û bikevê hindur jibona ew karibê
xelata xwe bixwê.
Pîreka Mûso Kûndo fehm kir
kû zilamê wê ji tirsa nikarê wan biparêzê hema we rahişt çekekê û
bi texmîn berê wê da devê derî kû dengê dahbê jê dihat û wê lingê
çekê kişand. Bi dengê çekêra qîren bi dahbê ket û ew bê dengbû.
Heta fereca berê sibêhê xew bi, cavê wan neket û ew be deng
hishisîn lê ti deng hedî nehat wan bahwerkir kû dahbê hat kûştin.
Pîreka Moso Kûndo got wî: „ka rab ser xwe. Ma min ti veşartya? Ti
nabînê kû bûya sibeh û deng hejî ji dahbê nehatîya tû her ber
devê derî biheşî (binihera) ka çi li wedê heya.“
Heyba, kengî camêrê Mûso
Kûndo ceger kê kû herê ber devê derî. Pîreka wî mecburma kû herê
biheşînê. Gava we bi dilekî bitirs derî vekir bahla xe dayê kû
termekî bi aceb li ber devê derî radaya. Kû xwedê li cem xwe li
hev bînê ti avd nikarin betal bikin. Berê çekê li nahbera herdû
çavê dahbê ketibû û ew di cihda miribû.
Pîreka Mûso Kûdo got wî:
„ka rab her mizgînê bid Mîr û bej wî min dahbê kuştîya, lê ti
bahsa min meka!“
Hejî Mûso Kûndo ji tirsa ne
werabû ji hindirû derkevê. Pîreka wî lihef bi serê wî dakir heta
ew ji mal derxîst henû ew bi lez û bez çû cem Mîr û mizgîn da wî.
Kefa Mîr ji vê mizgîna xerê
ra gelkî hat û heman bi rê ket kû ew wî dahbê kû bê hijmar keçê
wan xwaribûn bibînê. Bi wîra tiştê bajer bi re ket berê xwedan
cem Dahbê. Mîr got: „Mûso Kûndo ka tû bid peşîya min ta em herin
wî bibînin.“
Mûso Kûndo got: „Mîrê min
ez bi enîya te û bavê tekim ez ji nîvê şevêva li wî heyîşînim
(meyzekim) dilê min je dixeyîsê lewma ez hew xwazim wî carek din
bibînim.“
Xelkê Bajer bi Mîrva
şirehan cem kelaxê dahbê û her yekî dixwest wî bibînê bi tenê
Mûso Kûndo jitirsa nedixwest tevlî wan bibê û wî dahbê bi çavê
xwe nedî.
Mîr ji vê gavê û peda ew
kir egîtê xwe û her gava kû dijminê wî bixwestina erîşa bibin ser
wî di got. „qey xwedê ji wan standîya, heger ez Mûso Kûndo berdim
wan ewê keřê wan di korê wanva derêxê.“
Dem gelek hindik bi ser
wanva bihirden diz helimîn bajarê wan û ew anîn ber telankirinê.
Dikandara her çiqasî devê dikanê xwe êvarê asêdikirin ew sibehê
vekirîbûn û malê wan ne tedebûn. Wan ti çarê ji xwera nedîn kû
xwe biparêzin. Wan gilihê xwe li cem Mîrê bajer kir û gotin:
“Mîrê mê, heger ti çarakê ji mera nebînê emê ji mecbûrî dikanê
xwe bigirin.”
Mîrê wan carek din bi agîtê
xwe Mûso kûndo şewirî û got ka emê çawa bajarê xwe ji van diza
biparezin. Wan qirar da kû Mûso kûndo li wan bibê casûs û gava ew
ben nav Bajer ew wan bigirê û cizê bikê. Wan mala Mûso Kûndo kir
Malekê kû ew di wê bahwerîyê debun kû diz we bişev di ber wê malê
ra ben nav Bajêr. Her çiqas Pîreka Mûso Kûndo hemberî vê yekê
derketjî ti çare ji zilamê xwe nekir. Feqîrê mecbûr ma kû ewjî vê
yekê qebul bikê.
Evar bi ser wanda hat û
dinya heyv bireşa û tarîya. Bi şev meza Mûso Kûndo hat û dixwest
herê mezkê lê belê ji tirsa newerabû bi tenê derkevê ji derva.
(Berê tualet û av di hindirûada nebûn lewma xelkê gûnd û bajara
ji mevcbûrî ji derva di pişta hêt û dîwarda xwe rihet dikirin)
Pîreka Camerê Mûso Kûndo
mecbûrma kû bi wir derkevê derva ta ew karibê xwe rihet bikê.
Mûso Kûndo di ser gûda hergav berê xwe dida der û dorê xwe û got:
„aaaha wela îşev şeva dizaya.“ Hingî pîreka wî ji wî qehirî hema
ew li wedê hişt û got: „Dey li virba! Belkî xwedeya hin ben û te
bikûjin anji ti ji tirsa bimirê ta ez û zarokê xwe ji bela tê
xelasbibin.“ Ew ket hindirû û derî li ber zilamê xwe girt. Mûso
Kûndo kir û nekir we derî ji wîr venekir. Dinya li Mûso Kûndo
tengbû û ji tirsa hev zanîbû bi kuva herê anjî xwe li kûdê
hilînê. Çiqas devera kû ew ketîye carek din ji tirsa ew je derket
û jixwera digot: „Dizê min awil di virda bibînin.“ Carekê berê wî
ket nava çîyakî tarî kû di nava wîda gelek Heywanê berî hebûn. Wî
ti der nedî kû karibê xwe teda hilînê. Hima darek bilind ji xwera
dî û ew çu serê wê. Gava ew li serê darê ji tirsa dirihilî dizjî
dinava çîyêra dihatin kû ben nav bajêr.
Bi
qedera Xwedêra kû ew karê tişta li cem xwe li hevbînê û çekê.
Berazek hat û li binê darê sekinî. Gava Mûso Kûndo ew li binê
darê dî paqê (çokê) wî rihilîn destê wî ji tirsa hew gûlîyê dare
zemkirin û ew ket ser pişta berêz aynî wek kû merov li hespekî
suwarbibê ewjî li berez suwar bû û xwe bi pirça stûyê wîva zem
kir. Berazê reben ku ji tirsa hew zanîbû çi bikê hima berê xwe da
nava çîyê û bezî. Ew tevlî Mûso Kûndo rast (qay) Diza hatin. Gava
Diza beraz dîn kû zilamek li pişta wî siwara bahwerkirin kû
Melkemot hat wan. Ew li cem xwe ketin we bahwerîye ku ji ber ew
dizin û bi dizîya xwe niheqîyê li xelkê kin xwedê jî ev bele
şandîya wan ta ew rihe wan bi beraza bistîne. Hima wan çekê xwe
awêtin û berê xwedan nav bajêr û kirin hawar. Xelkê Bajer li
hawara wan derketin û gotin: „We xera ûn kina çi qewimî?“ Wan
got: „Em dizin û hingî me gûneh kirina xwedê melkemot şand mê. Ew
li berazekî suwarbûbû û şûrê qetlê di destê wîdebû rast hat mê
mejî bazda û li we kir hawar. Em di bextê wedena me xelaskin! emê
Malê we hamûyî he zedetir carek din bidin we.“
Gava wan ev gotin gotin
hema Mûso Kûndo li ser pişta berêz sûwar ket nav wan û
carek din di nava çîyeda wunda bû. Qîren bi diza ket û gotin: „Ha
ewê me got î vaya.“
Mîr emirda kû diza bigirin
û wan bavêjin zindanê.
Mûso Kûndo li ser pişta berez ma heta kû destê wî
qerimîn û ew ji xwera ket erdê. Berazê reben ji behta û tahba hew
li wî bû xwedî û di nava çîyêda wunda bû. Mûso Kûndo li wedê ma
heta kû qeremê wî carek din hatin ber wî û karîbû bêrê xwe bidê
mala xwe. Qat hayjê wî ji tofana wî û qahremanîya go kiribû nebû.
Gava ew giha ber bajêr milet bi Mîrva şirehan pêşîya wî ew
hilgirtin ser milê xwe û anîn dîwanxana Mîr.
Carekdin ew xelatkirin. Mûso Kûndo bû aceb di
nava dinyayêda. Nav û dengê wî li dinyayê bela bû.
Mîrekîdin kû ji qahremanîya xwe gelkî qayîlbû di
xwest Mûso Kûndo biceribînê û tevlî leşkerê xwe berê xweda bajarê
Mûso Kûndo lê dima û qasir şandin cem wî û gotin: „Ez tem şerê tê
û Mîrê te hek min ûn kûştin hingî ezê bibim Mîrê heremê û Agîtê
herî bi nav û deng.“
Mûso Kûndo û Mîrê xwe mecbûr man go kar û barê
xwe ji şeřê dijminê xwera bikin.
Mûso Kûndo got: „Mîrêmin ka ti xwe aciz meka ezê
bi tenê hem beşîya dijmina û ezê hingi keřê wan di korê wanva
derêxim.“
Her çiqas ev yek li xweşîya Mîr nehatjî mecbûr ma
go daxwaza Hegîtê xwe qebûl bikê.
Mûso Kûndo berê xwe da nava çîyayê asê kû di we
bahwerîdebû kû dijmin we ji wirva ben û çû şeřê dijmin. Ew çiqas
bi nava çîyêda çû hewqas tirs ket dilê wî dinya li ber çawê wî çû
û dihat. Qurmê dara û kevîrê bitenê li ber çavê wî bun wek
leşkera û wî ji xwera şeř bi wanra dikir. Hew zanîbû çilo bikê
hima carekê darek bilind ji xwera dî û çû serê wê. Gava dijminê
wî di nava çîyêra dihatin şêrek jî ji ber wan direvî û rast hat
binê dara kû Mûso Kûndo xwe li serê we da hilanîbû. Kû xwedê
tişta lihev bîne. Gava wî şêr li binê darê dî dîsa ji tirsa paqê
wî rihilîn û destê wî hew gûlîyê darê zem kirin û ew ket binê
darê ser pişta şêr û li wî suwarbû. Hima wî wek reflex (behimdê
xwe) pirça stûyê şêr bi herdû desta zemkir. Şêrê reben kû hew
zanîbû çi bikê hima berê xwe da nava çîyê û revî. Çiqas ew çû
Mûso kûndo neket erdê. Carêkê bi qedera xwedê şêr rast berê xwe
da leşkerê dijminê wî û berbi wanva revî. Gava ew ket nava wan û
wan halo kirin kû Mûso Kûndo li şêr siwara hew zanîbûn bi kûva
birevîn. Her yekî çekê xwe bi derekeva avêtin û ji xwera her yek
ji wan bi derekêva bezî.
Ew teslîm bûn û Mîr bahwerkir kû ti qahreman ji
Mûso kûndo mestir nina.
Mûso kûndo dîsa li ser pişta şêr ma heta kû ew
dîsa qerimî û destê wî hew karîbun pirça şêr zembikin. Ew ket
erdê û şêrê rebenjî ji xwera binava çîyêva revî. Piştî kû carek
din qeremê wî hatin ber wî vegereha carekdin Bajêr. Dîsa gelê
bajêr bi Mîrê xweva go li benda wî bûn şirehan pêşîya wî û ji
kef- û qahremanîya wîra kêf şahîyak giran li dar xistin.
Heger ew nemiribin hejî kef û şahîya wan li dara.
Rahmet li dê û bavê xwendevan û gûhdara.
© Niviskar:
Ferhun Kurt
|