Sê
Zilamê belengaz
Sê
Zilamê belengaz ji gundekî biryar dan ku ew
herin bajarekî mezin ku şixul (kar) lê hey û ewê li wedê ji xwera
çend sala bi şixulin (kar bikin).
Gava
wan tera xwe pere dan hev ewê carek din bên mala xwe û kulfete
xwe bi wan perê karê xwe xwedî bikin.
Wan
xatir ji kulfetê xwe û dost û nasen xwe xwestin û berê xwe dan
welaten xwerîb ku ji wan gelkî (pir) durbun. Ew bajar bi barar ji
xwer gerehan û çi şixule ku bi dest wan ket wan kir û heqê şixulê
xwe ji xwer dan hev. Xeynî hekê nanê xwe û razana xwe ti pere
mesref nekirin..
Bi vî
karî ew heft salan li welata man û ji xwera şixulîn. Piştî heft
salan wan got weleh me berîya mala û kesen xwe kirîya. Em xwazin
wan carek din bibînin.
Tişten
ku ji wanra û reya wanra awcebun ji xwera bi wan perê xwe kirîn û
ê zêdê man wan dan bi zêr û zerê xwe di berîka xweda hilanîn û
carek din wan kar û barê vegera malê xwe kir. Hersêka ji
hevdura gotin: “Ji roja em hatina vî bajarî zedey şixul me heta
niha ti deveren din di vî bajarî da ji xwera nedît ka em ji xwera
li vî bajarî bigerihin ta em bibînin ka çîdin ji şixul û peva lê
heya”.
Gava
ku ew li nava bajer ji xwera gerehan wan zilamekî pirr kal ku ji
xwera li ber hetekî runiştibû dît. Wan silav da hazira û wî
zilamî jî lê zilem bersiva silava wan li wan venegerand. Wan ji
xwera gotin belkî pepuko î kerre carek din silav dan wî, lê dîsa
wî bersiva silava wan li wn venegerand. Se caran wan silav dan wî
û wî bersiva wan venegerand.
Hesekîdin ku li wan guhdarî dikir fehmkir ku herse zilam xerîbin
û ew wî kalemerî nasnakin.
Ew çû
cem wan û got: “Hun çi ji wî apê kal dixwazin? Ew zilamê xeber bi
zêra. Ew ti cara bi kesîra xeber nadê heger meriv zerekî nedê wî.
Lê gava meriv zerekî bidê wî ewe şîreteke li wî kesî bikê.”
Hersê
ji vê gotina zilim matmayî man û gotin: “Malxerab ev heft salin
em li derî û dertela ketina û ji şixul û beda me ti karê din
nekirîya ancex me karîbu her yek 3 zera bikirin. Çawa ew bi
xeberekê zerekî karkê?
Zilamê
din got: “Bi serê bavê we ku hun zerekî nedin wî ew bi wera xeber
nadê.”
Hersê
zilam bun rast ku bi reya xweda herin carekdin havalekî ji ê wan
sekinî û got: “Bi serê bavê wekim ev kalamer ji minra bu meraq.
Ezê zerekî ji zerê xwe bidim wî ta ez bibihîzim ka ewê çi ji
minra bejê.” Havalen wî gotin malxerab ev heft salin ti ji bona
van hersê zera karê himaltîyê û xulamtîye ke ji bona ti zarokê
xwe bi wan xwedî bikê. Te çawa zerekî bidê pexwasekî bi
gotinekê?”
Havalê
wan got: “Ez nikam xwe ez mecburim vê meraqê ji dile xwe
derexim.”
Havalen wî mecbur man destura wî bidin û got: “Xer û gunehete ne
di stuyê meda. Zerê tena û te zarokê xwe bi wan xwedî bikê. Heger
ti bixwazê gûnehê xwe û zarokê xwe bikê stuyê xwe zerê xwe bavej
bi avêda.”
Havalê
wan rahişt zerekî û ew kir destê kalamer.
Klamer
serê xwe rakir û got: “Xwedê xera te qebul bikê. Şîreta ez li te
bikim eva: Heger ti sebehî ji xew rebê li derva biheşî heger ewr
tarî û giranbin û bayê reş pera bê berê xwe med ti rê dûr!” Carek
din serê xwe berda ber xwe û deng ji wî qût bu.
Hima
zilamê karker rahişt zerekî din û kir destî wî.
Kala
mer carekdin serê xwe rakir û got: “Xwedê xera te qebul bikê.
Şîreta ez li te bikim eva: Heger ti bi rekêd herê û li şewlekî
avê rastbibê di navra derbas meba. Ji berêda gotina sebir
silameta. Li bejê bisekina heta ew av carekdin biçikihê û henû bi
reya xweda her.
Carek
din wî serê xwe berda ber xwe û ew bê deng bû.
Zilamê
karker bi xweda fikirî û di dilê xweda got: “Malevê min di zer
dan vî kalêmerî û wî di şîret li minkirin ez ti feda van şîtera
ji xwera nabînim. Êz hem mal û havalê mi we vê yekê ji gûndî û
cînara bejin hinga ezê çi bersivê di nava kurê camerda ji xwera
bidim. Ya herî ba,s ewa ezê hersê zera bidim vî kalamerî gava
hina ji min pirskir ezê bejim min ew kirin xer ji xwera. Wî
rahişt zerê xwe e dawî û ewjî kir destê kalamer.
Kalamer carekdin serê xwe rakir û got: “Xwedê xera te qebul bikê.
Şîreta ez li te bikim eva: Ji berêda gotina sebir silameta. Heger
ti ji reyek dûr bê mala xwe û ti bi şev bigihê mal û ti bibînê
zilamek di nava cihada di ber pîreka te deya dengê xwe meka û li
ber devê derî ji xwera runa heta bibê sibeh û ti nasbikê ka ew
kîya li cem Pîreka razaya. Gava te ew naskir hinga ti çi bikê ti
poşman nabê.
Pepukê
karker bi dilekî sar ji cem kalamer bu rast û bi havalen xwera çû
qunaxa xwe heta bibê sibeh ta ew carek din vegerihin mala xwe.
Wê
şevê xew bi çavê belengazo neket heta bu sibeh. Sibehî hê zu ew
derket derva ku xwe rihet bikê ew şaş ma. Ew wek ku kalamer
gotibû giran û tarîbun û guv guva bayê reş a kevir li ber xwe
revandin.
Hima
dilê wî sê gopal leda û bilez ew carek din ket hindurû û rewşa
hewayê ji havalen xwer got. Havalen wî hingî bêrîya mala xwe û
Zaroken xwe kiribun gûh nedan gotine wî û karê xwe î dawî
ji bona rewingîya xwe kirin ku bi rekevin. Her çiqasi wî lav lav
ji havalen xwe kir ji bona ewjî bi wîra biminin heta rewşa hawaye
xweş bibê havalen wî gotin: “Emê hen mala xwe tijî bi mer be
wera, heger ti nayê bi tene livir bimîna.” Ji ber kû berê wek
niha Terambel û ew nebun meriv bi linga di çun û di hatin. Lewma
Havalen wî bi linga ketin ser rê ku ben mala xwe. Lê gundê wan he
gelekî ji bajêr durbû û mecburbun çend şeva qunax bi qunax li
devera rawestin heta ew bigihin gunde xwe, mala xwe.
Hisabê
ku ew ji bajêr derketin û bagerê dest pe kir, berf û baran ji
ardê û ezmen hatin xwar û bayê cemirî di bera.
Zilamê
reben, hem ji mitala Mal û zaroken wî û hemjî ji ya havalen wî,
sebra wî li tidera nehat ku karibê lê runê lewma ew di çû vî serî
bajêr û dihat vî serîyê din heta reş bi serda hat û ew çû qunaxa
xwe. Ew li wedê benda roja din ma. Sibeha din ew rabû û berî
hertiştî derket ji derva û li rewşa hewayê heşand (meyzand). Gava
ew derket ji derva siphan ji xwedera te bigota bihara ne ewr
hebun û nejî ba di hat, dilê wî sêgopal leda û ji eşqa hew li
tişetî bû xwedî. Wî rahiş feraxê xwe û berê xweda reya gund û
mala xwe. Ew qedereke ji bajêr derket halo kir ku havalen wî ji
serma xwe dana ber latekê û di wirda herdo mirina. Wî destê xwe
kir berîka herdoka zerê wan derêxistin û kirin berîka xwe. Wî
herd kola û laşê wan kirinê, ax û kewirin danîn ser wan ji bona
dahbe wan nexwin. Carek din berê xwe da gundê xwe û bi reya xwed
meşîya.
Qederek din ew meşî ew giha newalekê bala xwedayê ku pêlê avê ji
wî rexî avêjin rexê din û kevir û dara li ber xwe bin. Wî xwest
li avê xe û derbasbê rexê din gotina kalamer hat bîra wî di cihda
sekinî û got: “Sebir silameta, ev av ji berf û barana şevîdin
halo (wisa) bi hez buya. Ya baş ewa ezê li wir rawestim heta av
bi çikihê û ez karibim bi rihetî li newalê derbasbim.” Wî cihekî
xwe hilbijart û li wedê runişt û li avê temaşekir.
Careke
dî ku siwarek ji alîyê din î avêva hat û bi hez berê hespê xwe da
nav avê. Ew giha dor nîvê avê şekek avê li wî da û ji ser pişta
hespa wî anî xwar û li ber xwe bir.
Her
çîqasî zilamê karker xwest wî ji nava avê derêxe le taqata wî
jera nebû û Zilamê siwar di nava avêda hunda bû. Bi tenê hespê
wî, ji ber ku hesp sobekerin, karîbu xwe xelasbikê û ew derbas bû
rexe din cem zilamê karker.
Zilamê
karker rahişt hefsarê hêsp, bala xwe dayê ku xurcezînek li ser
pişta wîya û ew xurcezîn tijî zêr û pereya. Ew we şevê li wir ma
rojadin av kem bû, çem sist bû û ew li hêsp siwar bû û bi rihetî
xwe gihand rexêdin î newalê û reya xwe berdewam kir.
Heta
ew giha gûnd li wî bû şev û kesek şîyar nemabû. Ew çû ber devê
derîyê xwe bala xwe da hundûrû va pîreka wî di nava cihê xwedeya
û zilamek jî di pişt weda razaya.
Îman
di serê wîda nema û got: “Ez heft sala ji pîreka xwera li welata
şixûlîm û ew li mala min kefa xwe bi zilamê xerîbra kê.” Kir ku
derbekê li wanêxê dîsa gotina kalamêr hat bîra wî û got: “Sebir
silameta. Ka ezê li ber devê dêrî bisekinim heta bibê sibeh û ez
vî zilamî nasbikim ka ew kîya û ezê wî û jina xwe carek din
bikûjim.”
Ew li ber devê derî rûnişt
heta berê sibehî dî ku pîreka wî destê xwe li keleka zilamê cem
xweda da û got: “Lawê min rab ser xwe! Derenga, sewalê xwe
berda!” Zilamê we ma şaş henû fahm kir ku lawî hewqas mezin bûya
û wîjî cihê xwe li keleka dîya danîya û di navda razaya.
Wî di dilê xweda got: “ya
rebê min ew milyaketek bû te şandibû ku şîreta limin bikê. Heger
min hersê zerê xwe nedana wî minê gelek derd bidîna.”
Sibeh bi xer bi ser wanda
hat û wî serpêhatîyên xwe û havalen xwe ji xizm (Xwedî), gûndî û
cînarên xwer gotin.
Wî rahîşt zerê havalen xwe û
dan pîrekê wan û got: “Min laşê wan li filan deverê kirina bin
hardê.
Ew carek din bi kef û
xweşîya vê dinyayê şah bu.
Xwendekar û guhdêr ji minra
saxbin.
© Niviskar:
Ferhun Kurt
|