Bahlul û Xelîfe û
wezîre Xelîfe
Dibêjin keçek Xelîfe hebû ew gelkî (pir) bedewbu.
Gelek kurê camêra û wezîr û bega ew xwestin bavê ew neda wan.
Bawê
we (xelîfê) di got wan şertê min heya. Kesê ku di wî şerte minda
bi serkevê ezê keça (qîza) xwe bidim wî.
Şertê wî ewbu: Salekê svistanek gelkî sermoyî bi ser wanda hat.
Derecê sermê gelkî (pir) di bin sifrê re bun. Kesekî nikarîbu
seatekê ji derva bimîne. Xelîfe di got kesê karibê şevekê bê agir
ji derva li serê banekî binive û heta sibehî xwe li ber vê sermê
bigirê û nemirê ezê keça xwe bidim wî.
Wî
digot ezê heft lihefa û doşekekê jî ji bo sitara wan bidim wan.
Geleka xwe jeribandin ew bi ser neketin.
Xortekî belengaz î sewî di bajerde gawantî û şivantî ji xwera
dikir û îdara xwe bi rençberî di qedand. Rojekê ji xwera got
malevê ez çima vî şertê Xelîfe na ceribînim belkî xwedê li min bê
rahmê û ez bi serkevim. Heger ez bimrim hinga ezê ji vî halê xwe
î kotekî xelasbim û ez biserkevim ezê bibim zavê Xelîfa û ezê
disa ji vê belengazîya xwe azad bibim.
Xort
î belengazbû lê ew ne î bê aqil bu. Wî rojekê ev miradê xwe ji
zilamekî kalamer ra got û ji wî şîretek xwest. Kalamer got lawê
min ti xortekî feqîr û belangazî ne dîya te heya nejî bav. Ti
parîk nanî xwe bi rencberîya xwe xwe çima ti xwazê serê banekî li
ber vê serma xeder bimirê. Kalamer got wî: „lawê min heger ti bi
serkevê jî xelîfe zilamekî î bê xofa xwedêya û ne xwedî soza
xweya, ew keça (qîza) xwe dîsa nadê te.“
Xort
got: „apo di çijî bejê ji mir xernakin. Tiştê ti ji mir bikê bi
tenê şîretek dostaya, ka ezê çilo (çawa) karibim xwe li ber vê
sermê bigirim, ta ez nemirim.“
Kalamer got wî: „lawê min xelîfê we doşekekê û heft (7) lihefa
bidê te. Ti doşekê û şeş (6) lihêfa bik bin xwe û lihefekê bi
tenê bi xwe daka. Hinga belkî ti nemirê. Sermê ji jêrva destbekê
lewma bîya minbika û bin xwe ji sermê bi pareza.“
Xort
gotina kalamer kir serê xwe û çu cem xelîfê ku şerte wî bi cih
bînê.
Gava
wî xwe bi Xelîfa da naskirin Xelîfe û civata wî bi wî kenîn û
gotin: „kurê axa û bega xwe ceribandin ew bi serneketin. Çawa ti
şivanekî be dê û bê bavî tê li ber vê sermê heta sibehî xwe
bigirê?
Xelîfe got: „lawe min ez na xwazim gunehê te bikim stuyê xwe û te
li ber vê serma xedar bimirînim.“
Xort
got: Xelîfê xwedê te gotî heçî bixwazê karê xwe bi ceribînê û ez
xwazim xwe biceribînim ma qey te ti ji mina ez kî ma û min heta
niha çawa jîyana xwe derbaskirîya?
Heger ez mirim ezê ji halê xwe xelasbim û heger xwedê li min bê
rahmê û ez nemirim hingî te soz bi xwedêra dayîya te keça (Qîza)
xwe bidê min.“
Axir
xelîfe ji ber ku soz dabû mecbur ma fersetê bidê wîjî.
Xort
rahişt lihefê xwe û doşeka xwe û çû serê benekî bilind. Û cihê
xwe wek ku kalemer ji wîr gotibû li wir kir û ew ket nav.
Şev
li wî cemirî û sermê da wî û hem ji xeyala xewa wî nehat,
nikarîbû razê (binivê).
Şev
li wî qereha û herkes raza (nivîya) ew bi tenê ma şiyar. Bi tenê
şewqek pir dur ji wîva dîyar bu zedetir tiştekî din ku wî bidîta
nebu.
Sibeh bi serd hat xwedê li wî hat rahmê û ew ne mir. Xelîfe
qasirê xwe şîyandin ku ew laşê wî ji serê ben bînen. Gava ew
hatin cem wî ew şaş man ji ber ku hê ew î sax bû (dijî).
Ew
anîn cem Xelîfa. Xelîfa gelkî qehirî û ji xwera digot: „cawa ezê
keça xwe bidim gavanekî sêwî? ev li dinyayê qebulnabê, ezê di
nava dinyayêda bi hetikim.“
Wî
ji xort birskir ka wî agir ji xwera nekiribû. Xort got: min hîç
agir nekir û sed kilometre ji agir nezîkî min nebû. Qazî got:
„lawê min te ji durva jî agir nedît?
Xortê reben got: „weleh min ji durva ronahîyak dit lê ez nizanim
ew çibû, çirabû, agirbû, lampabû ez nizanim.“
Miftî got: „bi qurhan min zanîbû ew ne bê agir bû. Wî qinyatîya
xwe bi we şewqê anî lewma ew nemir.“
Qazî
got: „bi enîya bavê tekim ti rast bejê.“
Ji
xwe Xelîfe ji li gotinek halo a gereha. Wî keça xwe neda xortê
reben û ew carek din avêtin nav bajer. Xelkebi serda hejî wek
derwînekî hîlevan kenê xwe bi wî di kirin.
Helbet milet bi vê yekê hiseha û je xeberda. Bahlul jî ev yek
bihist û ew gelkî ji vê niheqîyê kerîbî û fikirî ka ewê çawa
karibê heyfa vê yekê ji birayê xwe Xelîfe, Qazîyê wî û miftîyê wî
hilînê.
Rojekê wî got hersêka: “Hun filan rojê mehvanê minin. Gerek hun
xwarin nexwin ezê xwarina we bidim we.”
Xelîfe got herdokê din: “Ta em herin cem Bahlul ka ewê çi bide me
û we çi ji mer bejê.”
Xelîfe û herdo havalên xwe Qazî û Miftî bi rex hev ketin û he
sebehî zu berê xwe dan mala Bahlul. Ew ji xwer li ber agirê Sobê
runiştin û li hevîya xwarina ku Bahlûl bidê wan man.
Bahlûl jî zor da agirê sobê û ezing li ezingê din avêtin
hinduruye we.
Wexte nanê nivro hat Bahlûl nan neda hersê mehvanê xwe. Piştî
nivro ket wan xwarin nedîn. Hergav Bahlûl bejê wan: Ez zanim un
birçîna xwe bigirin beroş wî li ser egira heta bikelê ezê xwarina
we bînim.” Ew gelkî birçî bun hew xwe girtin ji Bahlul pirskirin.
“Bahlû ti kenê xwe me dike? Qeremê me ji neza şikestin. Heta
kengî emê li hevîya beroşa ta li ser Egir bimînin?”
Bahlû got: “Ma qey ev jî sucê mina beroş nakelê? Ma qey un
nabînin ez çiqasî egir di binda kim û ew nakelê?”
Gava
wî ev gotin gotin hersê matmayî man û li dora xwe heşandin ti
beroş li ser egir nedîn.
Wan
ji bahlûl pirsî: “Bahlûl ma qey ti vî agirî ji beroşa xwarina mer
ke?”
Bahlûl got: “Erê.” Wan carekdin li hevdû heşand û li sobê
heşandin ti beroş li ser we nedîn.
Ji
Bahlûl pirskirin: “Ka beroşa te li kuya?”
Bahlûl got: “Ji sibehîva berîya ku un bên min ew li serê bên
danîya ser devê qûla sobê û ew hejî nekelîya.”
Xelîfe û havalen xwe gelkî qehîrîn û gotin: “Me zanîbû ti dîsa
henekê xwe bi me kê. Ma qey ti nizanê agir li vir û beroş li serê
bên nakelê?”
Bahlûl got: Na bi weleh min nizanîbû. “Gava min bihist ku meriv
karê di şevê zistanî li ber serma berfê û qeşayê xwe li ber
şewqek 100 Km dur germ bikê min xwes ez biceribînim ka ezê
karibim beroşek tiji xwarin li ser qula sobê bikelînim. Heger ew
bikelîya hinga minê ji we bahwerbikara ku Xortê sewîjî xwe li ber
şewqa hewqas dur germkir û nemir.
Ez
henû bahwerim ku we derew li xortê reben kirîya û bi bêbextî
nehîşt ku ew bi keça Xelîfera bizewicê.”
Ji
ber ku ev yek li nava bajêr bela bu herkesî got Xelîfe û herdo
havalên xwe besozin.
Xelîfe mecbur ma soza xwe bînê cih û keça xwe da xortê belengaz.
Serê
we ji minra saxbê.
Rahmet li de û baven Xwendevan û Gûhdera.
© Niviskar:
Ferhun Kurt
|