Kurê ku Bavê xwe avêtî
Zilamek hebu bavê wî pir kal li cem wî dima.
Bawî
ji ber kalbuna xwe ji gav û çavan ketibu. Hew tu kar jê dihat ku
ew karibê bikê. Lewma buka wî ji wî hacizdibû û we di xwest wî ji
stu xwe bikê.
We got
zilame xwe: ez hew karim bavê te bi xwedî bikim heger tu çarakê
nebînê ezê ji cem te hem.
Zilamê
we her çikas got ew bavê mina û ez mecburim bavê xwe xwedî bikim
heta Xwedê amanetê xwe ji wî bistînê. Pîreka wî bi tu gotina
razînebû.
Zilêm
tu çarê ji destê Pîreka xwe nedîn.
Rojekê
wî bavê xwe kir selikekê û ew da pişta xwe û berê xwe da nava
çiyakî î xir û xalî. Qedera çend siheta ew bi nava çîyêda meşî û
li ber latek mezin sekinî û bavê xwe li ber we latê danî û pişta
xwe da bavê xwe ku carek din vegerê mala xwe.
Dilê
wî bi bavê wî di şewitê û hestir ji çavê wî dibarin.
Bavê
wî li pey wî bakir û gotîyê: „lawê min te selika xwe ji bîra
kir“.
Zilam
sekinî û got: „Malxerab ez te awejim vî çîyayê xir û xalî hejî tu
xema malê min xwe“.
Bavê
wî got: „Ez zanim ku te ez avetima le selika xwe bi xwera biba
rojekê zaroyê te we mezinbibin û tijî tê wek minî vega
kalemerbibê hinga ev selik we ji tejîra hewca bibê“.
Gava
bavê wî ev gotin gotin heman wî fahm kir û carek din rahişt bavê
xwe û berê xwe da mal.
Gava
ew û bavê xwe gihiştin mal pîreka wî got ma min çi gotibû te û te
çi kir?
Wî
gotinê bavê xwe ji wera gotin û got wê: “heger hejî qima te neyê
hemû rê ji tera vekirîna, tu bi kuda herê her, le ez tu cara bavê
xwe hew avêjim”.
Bi van
gotina pîraka wî poşman bû ewjî li cem wî ma.
Ew
heta dawîya jîyana xwe bextewar bun.
Serê
Xwendevana û gûhdara ji minra saxbê.
© Niviskar: Ferhun Kurt
|