Bahlul û cînarê xwe
Çîroka Kêr
1. Rojeke ji rojê xwedê cinarê bahlul çû cem bahlul ku kerê wî ji wî
bixwazê ta ew karibê barekî xwe pê bînê.
Gava wî ji bahlul pirskir
ka ewê kerê xwe bidê wî.
Bahlul got: “bi serê te î
delal kerê min ne li mala.”
Hê bahlul gotina xwe xelas
nekirî ker di exurda zirî dengî wî hat cinarê bahlul.
Cînarê wî got: “ma qey ev
ne dengê kerê teya ji êxur tê?”
Bahlul xwe qehirand û got:
“ma tu ji min bahwer kê an ji kerê min?”
Çîroka werês
2.
Rojek din cînarê bahlul weresê wî ji wî xwest.
Bahlul got: “bi serê te î
delal ez nikarim weresê xwe bidim te.”
Cînarê wî je pirs kir:
“çima tu nikarê weresê xwe bidê min?”
Bahlul got: “ji ber ku min
garisê xwe li ser raexistîya.”
Cînarê wî got: “kuro çawa
te garis li ser weres raexistîya?“
Bahlul got: „ma qey tu
nizanê şerdê nedanê çina?“
Çîroka beroşê
3.
Rojekê bahlul beroşa cînarê xwe anî cem xwe û xwarina xwe teda
çekir.
Çend roja beroşa cînarê wî li cem wî ma û wî rahişt beroşek biçuk
kir hindurue
beroşa
Jînarê xwe û bir da wî.
Gava cînarê wî rahişt
beroşa xwe ew matmayî ma û got: „cînar min bi tenê beroşek dabu
tê, eva din çi beroşa di hindurwe weda?“
Bahlul got: „bi serê te ev
çelîka beroşa teya.“
Cînarê wî kenî û got: „çawa
çêlaka beroşa mina?“
Bahlul got: „gava beroşa te
li cem min bû we za û ev çêlîk a xwe anî.“
Kêfa cînarê wî hat û herdo
beroşê xwe birin.
Demek di nahvbera wan da
bihirt carek din bahlul beroşa cînarê xwe ji wî xwest.
Cînarê wî bi kef beroşa xwe
da Bahlul.
Di nava xweda got: „belkî
vê carê jî beroşa min we li cem wî bizê û çêlîkek wek xwe bînê.“
Bahlul beroş bir û hew
carek din li xwedîye wê vegerand.
Çend meh bihirdin bahlul
hew seba beroşê ji cînarê xwera kir.
Cînarê wî rojekê zaroka xwe
şand cem wî û got: „apê Bahlul bavê min bejê ka beroşa min, ew ji
minra lazima (aewceya).“
Bahlul got „her bej bavê
xwe bê apê min Bahlul bejê beroşa te berîya mehekê emrê xwedê kir
û min ew veşart!“
Gava zaroka reben ev gotin
ji bavê xwera got, bavê we pir qehirî û çu cem bahlul û got: „te
çi çîrok ji zaroya ninra gotina? Ka ji kerema xwera beroşa min
carek din bid min em xwazin xwarina xwe teda çekin.“
Bahlul got: „bi serê te î
delal kim, ez ne çîroka bejim. Beroşa te berîya demeke mir û min
ew veşart.“
Cînarê wî ji van gotinê ku
kesek jê bahwer nekê qehirî û got: „kuro çawa beroşa hesinî mir?“
Bahlul got: „çawa we karîbu
bizê wilo (wisa) jî ew mirjî.“
Serê we ji minra saxbê
© Niviskar:
Ferhun Kurt
|