Çîroka revîyê î be aqil
Hebu tinebu ne ti avd û
beşer ji xwede mestir hebun û ne titişt ji çîroka xweştir hebu!
Di
bejin salek xerab bi ser heywana da hat, berfek giran barî û
seqem û qeşayê awetin ser. Hemu rûye dinyayê û girtin. Heywanê
çîya ê berî di qûlê xweda man asê.
Rojekê
ji rojê xwedê Revîk ji xwer derket wan der û dorê xwe û ji xwera
li tişten ku bihatina xwarin digeriha. Revî hingî di qula xweda
birçî mabu newqê wî di hev bihirdibun, çavê wî zihor bubun,
pirçika wî gij bubu û duvê wî bubu wek duvkê teşîkê.
Gava
ew ji xwera digereha li qala (rastî) şêrekî hat. Gava şêr revî
dît dilê wî bi halê wî gelkî şewitî. Şêr bakir revî û got:
„Birakê revî çi bi halê te hatîya? Çima ti hevqas şepirzê
buyîya?“
Revî
got: „Birakê şêr ma ti nabînê go ziztana me çiqas xedera? Rojê
zistanê kurtin (kinin), heta nîvro sarin û ji nîvro û pêda
evarin. Çiqas tiştekî go me karîbuya ji nava çîyada bidin hev û
bixwen di bin berfê û seqemêda mayîya û ez nikarim herim pexê
gundajî ji xwera tişta bînim. Ji ber go ez ji qerema ketima û
nikam ji xwer birevim, gava kuçike gunda min bibînin we min bikin
perça. Ez çibikim belkî ev jî qedera min bu go sal halo xerab
hat?“
Gava
revî ev gotin ji şêr ra gotin agir bi dilê wî ket û got: “Birakê
revî ka wer bid pey min ezê niha te ter ji goştê hespa î qelew
bikim.“
Kefa
revî ji van gotinara gelkî hat, av bi devê wî ket û mahde
wî geştir bu. Wî hiç ev gotina şêr red nekir û da pey wî. Gava ew
bi serê guherekê ketin û li bin xwera heşandin (temaşa kirin)
sibhan ji navê xwedêra garanek hesp di guherê da ji xwer çerê te
bejê nivê biharêya hingî ew hesp qelew bun.
Şêr
got: „birakê revî ka ti yeke ji van hespa ji xwera bineqîn ta ez
ji tera bikim şîv û taştê!“
Pa
sibhan ji navê xwedêra gava revî li wan temaşê ke nizanê berê xwe
bidê kujanê. Her yek ji wan ji ya din çetir bu di navda şaş bu û
hew zanîbu kujanê ji xwer nîşanbikê.“
Berê
xwe da yek ciwan û got: „Hima ber ev bê.”
Hima
carekê şêr qevz li xwe dan û wek bayê kur li xwe fitilî û ji Revî
pirsî: “Birakê Revî duve min î çawaya?”
Revî
li duvê wî temaşe kir û got: „Duve te buya wek şûrekî, ti li serê
gamêşa xe we bi yek derbêra bibirê.”
Şêr
carek din bi we beza xwe dewrekê li xwe zîvirî û carek din ji
revî pirsî: „Birakê revî çavê min cawana?”
Gava
pepukê revî li çavê şêr temaşe kir û ew awirê wîya dijwar dîn
kezeb li wî qeteha û gişt ew liçikê rihê di bedena wîda mabû jî
qalibê wî bi revîya. Revî got: “Birakê şêr çavê te wek çavê
melkemotin heçî ti awirekê je bidê ewê di cihda rih berdê.”
Şêr
dewrek din li xwe zîvirî got: „Gerşê min î çawaya?”
Revî
got: „Gerşê te li ber çawê min î wek dîyarekîya. Ti xwe li bin
guhe çîya exê ewê ji cihe xwe ben gûhastin.”
Şêr
got: “weca çavê te li birakê te û hespa go te ji xwer xwestîya bê
ta ti bibînê ka ezê çi feleka xwedê li serê we bigerînim!”
Şêr
xwe çend kir hespê devê xwe kir boxaza qirika wê û stukir lê bada
û ew avet meydanê. Di cihda rihê we stand. Şêr bakir revî û got:
“Vêca ti keremka wer zikê xwe terbik!“
Eşqa
revî ji vê xelata go xwedê û şêr kiribin nisîbê wî bê hisab hat û
devê xwe kir nav hinavê hespê û zikê xwe ji goştê we î qelew û
germ ter kir.
Revî
we her roj devê bikira nav wî goştê qelew û xwe jê ter bikira.
Roj bi roj mahdê wî xweştir, pirça wî geştir û şayîktir û dûvê
wî sturtir bu. Gurçikê wî wek payîzî çaxê reza û tirih bez
girtin.
Gava
ew rojekê di nava çîyêda ji xwera di seyîrî li revîkî din rast
hat. Gava wî li revîyê din temaşe kir halê wî he ji halê wî çaxê
berê xerabtir bû. Bakir yê û got: „Birakê revî çi bi halê teda
hatîya, çima tî hevqasî şepirzeyî?“
Revî
ye din got: „Ma qey ti nabînê ziztana ma ya îsal çiqasî xedara?
Tiştek nina go ez bixwem û ez nikarim herim pêxê gûnda ji tirsê
Kuçika. Ji nêza halê min eve.“
Revî
senga xwe fereh kir û got: „Ma ez çima ne di halê te dema?”
Revîyê
belangaz got: “ez çi zanim? Belkî sihuda te ji xwedê hebu û hina
bi xera xwe sewalin, dewarin ji tera kuştin?”
Revîyê
î qure got: “ma qey ki doste me li nava çîya heya ku dewara ji
minra biqujin? Ji min û pêva tikes dostê min nina. Ka wer ta ez
hespekî ji tejîra bikujim!”
Revîyê
belengaz got: „xwedê ji te razibê bes henekê xwe bi min bika û ji
min bigera ta ez li nava çîya ji xwer bigerihim belkî ez tiştin
go ben xwatin di nav da ji xwer bibînim anji xwedê li min bê
rahmê û rihê min bistînê?“
Revîye
ter got: “Ti çiqas be bahwerî û hevîyi?
Ka ti
ji kerema xwera bid pey min û ta ti derbê birake xwe îro bibîne!”
Revîye
birçî ji van gotine havale xwe qet bahwer nekir le ti çare din di
deste wîda nemabun lewma wî da pey havale xwe û bere xwe dan cihe
ku wan zanîbun liwir Hesp çerin.
Gava
wan hesp dîn revîye ter got e birçî: “Veca ti yek xwe ji wan
bineqîn û ezê we ni ji tera bikim maza.”
Revîye
birçî got: “Asil tuyî ti kujanê jiminra bikujê ez razîma.”
Hespekî ner î ter û bitir danava wandebu.
Revîye
ter got: “Ma ez vî hespê ha ji tera bikujim te razîbe?” wî got:
“Xwezî bi we kelîka ez goşte we bixwim.”
Revîye
ter dewreke bi beza hiçk li xwe zîvîrî û li ber havalê xwe sekinî
û ji wî pirskir: “Birako Çave min çawana? “Wî got çave te wek
care din zihor kin.”
Hima
wî piçukel li qahfe pepuko da û got: “Ma ti korî ti nabîne ça ew
wek di perenge agir sohr buna?” Revîye birçî got: “Qisura min
megra min ji neza tam liwan guhdar nekiribu.”
Carek
din revîye gewr li xwe zîvirî û li ber havale xwe sekinî û ji wî
pirskir: “Birake revî dûve min çawaya?”
Revîye
birçi le heşand û got: “Dûve te wek care dina. Pirça wî gij buya
û ew di nava herdo linge ta talîyeda lewlibe.” Hima heta xwede
himet da wî carekdin piukek li nav sere pepuko da û got ma qey ti
korî go: “Ti nabîne çawa dûve min î wek çûrekî hesinîya ez li
sera ga xim ew bi derbeke jina mile wan bifirîne.”
Revî
birçî î reben got: “Qisura min megra ji neza ez hew karim tam
bahla xwe bidim tişta. Lewma min taam bahla xwe ne da wî.”
Revî
ter carek din bi leza xwe bezî û li ber havalê sekinî û je
pirskir: “Ma vecarê gerşe min î çawaya?” Havale wî got: “Gerşe te
wek e revîkî hale wî xweşa.”
Carek
din ew xwe je qehirand û got: “Henû ez bahwerkim ku çaven te ji
neza tarî buna lewma ti gerçe minî wek dîyarekî nabîne.
Weca
ti li vir guhdarba ezê çi feleke bînim sere wî hespê ha!”
Ew
bezî hespe gava wî xwest wek şer xwe zerke qirka hesp hespê gewr
cotikek avet wî û bi qedera xwede li nahbera herdo çaven wî da
hesp bi derbeke revîye gewr gindir kir meydane û wî di cihda rih
berda.
Havale
wî got: “Qey evjî qismete min bu go ez li vîye dînî be aqil rast
hatim. Ya qenc ewa ezê veca wî bixwum belkî ez ji dîvla wî ji ve
zistana xeder azad bibim.”
Sere
Xwedevan û guhdara ji minra sax bin.
© Niviskar:
Ferhun Kurt
|